Curnê Reş

(Ji Hilvan hat beralîkirin)

Navçeya Curnê Reş (bi tirkî: Hilvan, bi osmanî قره جورون Karacurun) yek ji navçeyên parêzgeha Rihayê ye û li bakurê parêzgehê disekine. Rûbera wê 1.111 km2 ye[2], nifûsa wê jî 42.218 e (2022)[3]. Ji Rihayê 55 km dûr e û li bakur-rojavayê sînora xwe bi parêzgeha Adiyemanê re heye.

Navçeya Curnê Reşê
Hilvan
Navçeya Curnê Reşê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Curnê Reşê
Navçeya Curnê Reşê
Koordînat: 37°35′11″Bk 38°57′18″Rh / 37.58639°Bk 38.95500°Rh / 37.58639; 38.95500
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarCurnê Reş
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan61 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.278 km2 (493 sq mi)
Bilindahî
590 m (1940 ft)
Nifûs
 (2009)
40.083[1]
 • Berbelavî31,4/km2 (81/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
20.855
Koda postayê
63900
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Curnê Reş di sala 1926an de bû navçe û bi Rihayê ve hat girêdan. Bilindahiya navçê ji rûyê avê 600 m ye. Aborî bi giranî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. 2 nehiye, 62 gund û 33 mezre girêdayî navçeyê ne. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin.[çavkanî hewce ye]

Dîrok biguhêre

Dîroka navçeya ya Curnê Reş ne diyar e, lê şopên şaristaniyên kevnar yên ji serdemên cûda hatine dîtin. Lêkolînên dîrokî nîşan didin ku yekemîn niştecihbûna herêmê li ser girekî ku ji Serdema Bronz derdora 4000 BZ hatiye avakirin. Ev wargeha sereke di nav xelkê de wek Pala Gir tê zanîn. Li wê derê hawanên ji bazaltê hatine dîtin, yên ku ji bo hilberîna genim hatine bikaranîn.[4]

Di sedsala 19an de eşîrên kurd yên koçer li vir bi cih bûne û ji ber rengê reş ê bazaltê navê Curnê Reş dane wargehê.

Newala Çorî biguhêre

  Gotara bingehîn: Newala Çorî

Newala Çorî, Newala Çorê, Newala Çolê (bi tirkî: Nevali Çoli) wekî yek ji şûnewarên neolîtîk ên herî kevn ên mirovatiyê tê hesibandin û ji Göbekli Tepe 50 km dûr e. Di navbera salên 1983-1991ê de vedanên arkeolojîk ji hêla profesor Harald Hauptmann ve hatine kirin. Di çarçoveya projeya GAPê de bendav hatin lêkirin û ev wargeha arkeolojîk kete bin ava bendava Ataturkê.

Erdnîgarî biguhêre

Li rojhilatê Curnê Reşê Qoser, li rojava navçeyên Akçakale û Harranê, li başûr Sûriyê û li bakur jî navçeya Wêranşarê hene.

Aborî biguhêre

Aboriya navçeyê li ser çandinî û sewalkariyê ye. Berhemên çandiniyê yên sereke yên ku tên çandin pembû, ceh, genim, hênik, nîsk, ceh, nîsk, bîber, bexçe, pîvaz û sîr in. Digel vê yekê, hêşînahiyên pîşesaziyê, fistiq, zeytûn, zebeş, mêwe, tirî, mêwe û sebze tên çandin. Piştî ku li Curnê Reşê ava avdanê hat dayîn, hilberîna pembû gelekî zêde bû. Çandinîya Curnê Reşê wekî li tevahiya parêzgeha Rihayê ji aliyê cotkarên xwediyê erdên mezin ve tê serdest kirin. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, penaberên sûrî wek karker tên xebitandin

Ajaldarî çavkaniyeke din a dahata xelkê navçeyê ye û dewar, pez û bizin jî li deverên çiyayî û zirav tên xwedîkirin. Rûn, penêr, hirî, çerm, şîr û goşt tê hilberandin. Li navçeyê wek dezgeheke pîşesazî, siloyên Ofîsa Berhemên Axê, kargeheke xwarinê û fabrîqeya pakkirina nîskê hene.

Santrala Enerjiya Rojê ya Neteweyî biguhêre

Bi însiyatîfa hevpar a TUBITAK-Wezareta Enerjiyê û TÎGEMê, xebatên ji bo avakirina Santrala Tavê ya Pîlot a bi kapasîteya 10 MW li Kargeha Curnê Reşê hat destpêkirin. Bi vî havî projeya MÎLGESê (Santraliya Enerjiya Rojê ya Neteweyî) hat nirxandin û qebûlkirin.

Wargehên dîrokî û turîstîk ên Curnê Reşê biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ "Untitled Page". www.e-icisleri.gov.tr. Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
  3. ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 5 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  4. ^ "Tarihçe – Hilvan Belediyesi" (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 gulan 2024.