Hîlary Hahn (jdb. 27ê çiriya paşîn 1979 li Lexington, Virginia), kemanvaneke amêrîkî ye.

Hilary Hahn
Jidayikbûn27 çiriya paşîn 1979 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Lexington Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Curtis Institute of Music (1990–1996)
  • Peabody Institute (1983–1990)
  • Encore School for Strings Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Echo Klassik Award - Instrumentalist of the Year (2002)
  • Q113030951 (2007) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.hilaryhahn.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Hahn li Baltimore mezin bû. Malbata wê bi eslên xwe ji Almanya ji herêma Pfalz (Bad Dürkheim) ne; ew tenê ye a ku di malê bi ehlên xwe re bi almanî dipeyive, jixwe li kêleka ku bi almanî Hilary dikare bi fransî herweha bi japonî jî biaxive. Hilary Hahn dersên kemanê pêşî li cem Klara Berkovîç stand, yek ji mamosteyên fêrbûna kemanê li gor şêweyê rûsî, bi xwe ji Odêssa ye. Dûv re bi 10 salî çû û li peymangeha muzîkê a Curtisê bajarê Fîladelfiya Curtis Institute of Music in Philadelphia li cem Jascha Brodsky (yek ji dawîntirîn şagirtên Eugène Ysayes e) berdewam kir.

Bi 6 saliya xwe Hilary Hahn konsêrta xwe ya pêşî da û bi 10 saliya xwe yên solo pêşkêşkir. Bi 12 saliya xwe him bi kamera orkêstra re, him jî bi orkêstra bajarê Baltimore a sinfonîk re solistvanî kir. Hahn heta niha 800 konsêrt pêşkêş kirine, 500 ji wan bi orêkstra re ne. Ta niha li 27 welatan geriyaye, li 200 bajarî jenî ye, li 4 parzemînan jiyaye. Bi 150 maystroyan re xebitî ye. Li Elmaniya dêbuta xwe ya pêşîn di sala 1995 da, ew jî bi orkêstra sinfonîk ya Bayer bi rêvebirya Lorin Maazel, re.

Hunera Hilary Hahn biguhêre

 
Ji konsera wê ya digel Valentina Lisitsa

Pêşî, dest bi tomarkirina CD ya xwe pêşîn 1997 kir, ku ji solo partîta û sonateyên J. S. Bach pêk tê. Pişt re albûma xwe ya 2 Beehtoven-Violinkonçêrto derxist, û pê re bi 15 saliya xwe wê konçêrtoyê li Elmaniya zindî jenî. 2000 albûma wê ya bi navê Edgar Meyer-Violinkonçêrto derket, Edgar Meyer wê berhemê diyarî wê bixwe kiribû. Pişt re bi salekê berhema wê ya bi navê Violinkonçêrto Brahms û Stravinskî di yek CD de derket. Di filmê Gund The Village de jenî (muzîka wî filmî James Newton Howard nivîsandiye) û di stranên To Russia My Homeland ji albûma Worlds Apart û Witch's Web ji albûma So Devided ya grûpa Rockê amêrîkî a bi navê...And You Will Know Us by the Trail of Dead, de jenî.

Pev re bi Gustavo Dudamel 2007, 80 saliya papst Benedikt XVI li Vatîkanê-Rom bi berhemên Antonín Dvořák, Giovanni Gabrieli û Wolfgang Amadeus Mozart pîroz kir.

Adara 2009 Hilary Hahn bû endama komela Festspielhauses Baden-Baden ya muzîkê. Ew komele piştgiriya bername û instiyatîvên hunerî dike.

Kemana wê biguhêre

Modela kemana Hilary Hahn ya ê hostayê îtalî Guarneri del Gesù ye, lê Jean-Baptiste Vuillaume (hostayê fransî, bi dû wî de) ew keman 1864 çêkiriye. Kevanên wê modêla sedsala 19 ne. Têlên wê ji ên Domînant in û têla ji modêla Pirastro-Zêrîn e.

Dîskografî biguhêre

          Filmmusik The Village – Das Dorf[8]

Fîlm biguhêre

2006 (Hilary Hahn - A - Portrait/ DVD). Filmeke derbarê Hîlary Hahn e, tê de perçeine ji violinkonçêrta E. W. Korngold dijene, bi rêvebirya Kent Nagano ji orkêstra sinfonîk ya elmaniya. Derhênerê film: Benedict Mirow

Xelat biguhêre

  • 1995 – Avery Fisher Career Grant
  • 1998 – Diapason d’Or li ser albûma Bach
  • 1999 – Echo Klassik û Diapason d’Or liser CD yê Beethoven-Bernstein
  • 2000 – Derbasbûna lîsteya deutsche Schallplattenkritik û ya Echo Klassik li ser albûma Meyer-Barber û xelatkirina albûma Meyer-Barber ji hêla Grammy Award
  • 2001 – [Cannes Classical Award] li ser albûma Meyer-Barber û [America’s Best Young Classical Musician] (Kovara Time)
  • 2002 – Grammy li ser wê bi navê Baştirîn solîst bi orkêtra re {Best Instrumental Soloist Performance with Orchestra} li ser albûma Brahms-Stravinsky
  • 2004 – Derbasbûna lîsteya deutsche Schallplattenkritik li ser albûma Elgar-Vaughan Williams û li ser muzîka filmê [The Village] û qezenckirina wî filmê xelata Oscar li ser baştirîn muzîk
  • 2007 – Echo Klassik di sinfê [Klasîk jibo zarokan] de, li ser albûma wê <Keman>.
  • 2008 – Artist of the Year (Gramophone Award)
  • 2009 – Grammy li ser CD yê wê Schönberg & Sibelius- Violonkonçêrto
  • 2011 – Echo Klassik li ser berhema wê Jennifer Higdon & Tschaikowski- violinkonçêrto

Jêder û çavkanî biguhêre

  1. ^ Lîsteya berheman Bach Partitas, ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  2. ^ Lîsteya berheman Beethoven Bernstein, ji orîjînalê di 10 adar 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  3. ^ Lîsteya berheman Barber Meyer, ji orîjînalê di 28 sibat 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  4. ^ Lîsteya berheman Brahms Stravinsky, ji orîjînalê di 27 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  5. ^ Lîsteya berheman Mendelssohn & Shostakovich, ji orîjînalê di 25 adar 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  6. ^ Lîsteya berheman Bach Concertos, ji orîjînalê di 4 adar 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  7. ^ Lîsteya berheman Elgar Vaughan Williams, ji orîjînalê di 15 tebax 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  8. ^ Lîsteya berheman a The Village>
  9. ^ Lîsteya berheman Mozart, ji orîjînalê di 25 adar 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  10. ^ Lîsteya berheman Paganini Spohr, ji orîjînalê di 27 sibat 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  11. ^ Lîsteya berheman Schoenberg & Sibelius: Violin Concertos, ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  12. ^ Lîsteya berheman Bach: Violin & Voice, ji orîjînalê di 12 sibat 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013
  13. ^ Lîsteya berheman, ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 tebax 2013