Kiyaksar

(Ji Hevexştre hat beralîkirin)

Kiyaksar[1][2], Key Xusrew[3][4], Kiaksarês (bi yewnaniya kevn: Κυαξάρης, lat. Kuaksárês; bi latînî: Cyaxares; bi îraniya kevn: 𐎢𐎺𐎧𐏁𐎫𐎼, Uvaxştra[5][6], bi avestayî: Huxşaθra "Hikûmdarê baş"[çavkanî hewce ye], bi akkadî: Umakiştar[7], bi frîgiya kevn: Ksuwaksaros[8], navbera li dor 625–585 berî zayînê), Li gorî Herodot keyê sêyem yê împertoriya Med. Ew ji bavê xwe Frawartiş û ji bapîrê xwe Deyoses (Diyako) jî hêjatir bû. Ji hêla leşkerî ve Ew gelek yê bi navûdeng bû. Keyxusrew bi komkirna piranîya êl û hozên Îrana kevn karî dast bi dagîrkirina deverên cîranên împeratoriya Medî bike.

Kiyaksar
(Key Xusrew, Cyaxares)
Keyê medî
Serwerî624 berî zayîne – 585 berî zayînê
Tackirin624 berî zayînê
Jînenîgarî
DînZerdeştî
XanedanXanedana Mediyan
BavFrawartiş
Zarok

Pîştî kuştîna Frawartiş. Kurê wî yê bi navê Key Xusrew desthilatîyê digir e. Key Xusrew bi Rengekî serkî ji bo bi Rêvebirine karûbarên welat serokekî bêhempa bû. wî şervanên herî beş ji leşkerên xwe dirustkir. Û di nav de jî tîrhavêjên kêrhatî û ji hajî hebûn û şervanên wî yên Rimhavêj jî hebûn.[9][10] [11] [12]

Ji berkû welatê mad welatekî ji hajî bû sebarat Hespsûriyê û karûbarên şervaniyê de. lewme jî ev yaka ji dibú sedam ku Huxşter bi kara xwefîdayên bi cûrat û ji hajî li xwe kombike. ew leşkerê ji çû şeran ne di tirsan. Bi dirstikirina wî leşkerî û şervanên xweragir wan karîn skayiyekan ji nav bibin. ku ew Demêkî dirêj bû skayiyekan li wilatê maddiya kuştin û wêranî dijî xelkên sivîl dikirin. Bi wê serkeftinê jî wî karî Heyfa bavê xwe wilatê xwe ji skayiyekan vekin.

Paşra Huxşter têkîldarî û havgirtinê bi paşayê babiliya ra çêdike. Ji hajî gotinê ye. ku babilya bi hilgirtina havkariya laşkerî ji madd karîn xwe ji bin destiyê xilsa bikin. Û bi havgirtina Med û babilya Aşûriyan tên şikestin. û bajarê Neynewa li sala 612ê berî zayînê tê dagîrbikin ji hêla madday û babiliya ve. Sarakus paşay Împertoriya aşûriyan xwe û jin û zarokên xwe dike dinav agir de eva jî diba sedam ku bi timamî hûkmê hezar salî ya împeratoriya aşûr ju nav harit. Û huxşterda di sala 584ê ya berî zayînê jiyane xwe ji dest dide[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê, r. 292-298. Avesta, Stembol.
  2. ^ Elî Teter Nêrweyî (2010). Kurd û mêjû (Çend vekolînek li dor mêjûya kevin a kurd û Kurdistanê). Spîrêz, Dihok.
  3. ^ Elî Teter Nêrweyî (2010). Kurd û mêjû (Çend vekolînek li dor mêjûya kevin a kurd û Kurdistanê). Spîrêz, Dihok.
  4. ^ Dildar (1946). Ey Reqîb.
  5. ^ Akbarzadeh, D.; A. Yahyanezhad (2006). The Behistun Inscriptions (Old Persian Texts) (bi farisî). Khaneye-Farhikhtagan-e Honarhaye Sonati. r. 87. ISBN 964-8499-05-5.
  6. ^ Kent, Ronald Grubb (1384 AP). Old Persian: Grammar, Text, Glossary (bi farisî). translated into Persian by S. Oryan. r. 406. ISBN 964-421-045-X. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  7. ^ https://www.livius.org/articles/person/cyaxares/
  8. ^ Diakonoff 1993, rr. 478-479.
  9. ^ http://global.britannica.com/EBchecked/topic/147792/Cyaxares
  10. ^ Cyaxares Girêdana arşîvê 2014-10-22 li ser Wayback Machine (Livius.org)
  11. ^ https://en.wikipedia.org/wiki/Cyaxares
  12. ^ https://iranicaonline.org/articles/media/