Heval Bozdağ
Heval Bozdağ (jdb. 1977 li Agiriyê) nojdarê tibê û siyasetmedarekî kurd e.[1] Heval Bozdağ Pisporê nexweşiyên infeksiyonê ye û parlamenterê Agiriyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a serdema 28an e.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê |
---|
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde |
Sivas Cumhuriyet University (en) |
Pîşe | |
Partiya siyasî |
Jînenîgarî biguhêre
Heval Bozdağ li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê wekî pisporê nexweşiyên infeksiyonê xebitî û di sala 2016an de bûye serokê Odeya Tabîban a Agiriyê.
Di sala 2016an de bi hinceta ku di çarçoveya xebatên sendîkayan de beşdarî çalakiya protestoyî bûye, di sala 2016an de ji aliyê dewleta tirk ve ji kerên wî yên Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê ji kar hatiye derxistin.
Kariyera siyasî biguhêre
Heval Bozdağ sê serdeman di Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de cih girtiye.
Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên sala 2023an de wekê parlamenterê Partiya Çep a Keskan a Agiriyê ya serdema 28an hatiye hilbijartin. Bozdağ endamê Komîsyona Tenduristî, Malbat, Xebat û Karûbarên Civakî ya Meclisa Neteweyî ya Tirkiyê ye.[2]
Çavkanî biguhêre
- ^ "Jînenîgariya Heval Bozdağ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Jînenîgariya Heval Bozdağ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.