Hêjîr
Qufeyak hêjîrê zerkî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Bineçîn: Rosidae
(ne aşkera ye): Eurosids I
Kom: Rosales
Famîle: Moraceae
Cins: Ficus
Röding (1798)
Cureyên hêjîran

Nêzîkî 800 cure hene

Hejîr navê dar û fêkiyê wê darê ye. Darê hêjîrê yê kewke ye, zû dişkê. Ku meriv pelç û fêkiyên wê jêdike aveka mîna şîr jê tê. Ev şîrê ku li dereka mirov dikeve dixurîne. Ku meriv du-sê dilopan ji vî şîrî bera nav şîrê ajalan yê nû dutî bide ew şîr diqemite mîna penêr dibe. Bi vî penêrî re dibêjin "teleme" an "jajî". Ji bo jajî çêkirinê şivan hin herî ji mihiyan heldike û dihere şîrê hêjîran pê da diguvişe. Şîrê hêjîran bi giştî ji hêjîrên nebûyî "kerk" tê. Wê lomê bi vî karî re dibêjin "kerk girtin". Şivan dihere kerkê digire, yanê şîrê darê hejîrê li heriyê dixe. Ku carek şîr lê ket ku hişk bibe jî heyvan digire.

Dara hejîrê ji kevintirîn darên li ser rûyê erde ye, ev dar ta 15 mitran bilind dibê, xêzmîla siha darê di nîvê rojêde ta 12 mitre erd digrê, ji ber siha wê a tarî razana di bin dara hejîrê de pir xweşe.

Welatê dara hejîrê Karîa ye, Karîa heremek kevne ji heremên rojava yên ciyayê Zagroseye, nêzî derya sipîye.

Hejîr di bawerîya misilmantîyêde fekiyek pîroze, ji bir Yezdanê mezin bi hejîrê sûnd xwarîye û Gotîye

Li cem Rumanîyan jî pir pîroze, ew bawerdikin ku Gûrê ku bi şîrê xwe herdu bira Ramus û Rumulus xwedî kirin û mezin kirin, di bin dara hejîrê de diman û jiyandikirin, Ramus û Rumulus her du birayên ku împeratorîya Rumanî saz û avakirine ne.

Zanistê Yaunanî Plînî 29 beşên hejîrê dane zanîn û li ser wan nivîsandîye. Hejîr bi du cureyan tê xwarin

1) Hejîrên ter û gihayî ji darê tên jekirin û tên xwarin. 2) Hejîrên li ber tavika rojê ziwakirî yan jî jêre dibêjin hejîrên hişk ev di kulînan de tên parastin ta mehên zivistanê û di şevên sar û cemidî de tên xwarin. Hejîr ji aliye adanan pir dewlemende:

1) Kalsîyom 2) Potesîyom 3)Şekir 4)Fosfor 5) Vîtamina A, Vîtamîna B û Vîtamîna C 6) Benziyall dêhayd 7) Omêga 3 û omêga 6 Sûdeyên Hejîrê

ji ber bilindbûna asta Şekir di hejîrêde dibe wek cavkanîyek înêrciyê yî xurt ji bo karê mêjî û masulkên laşê mirov Ji ber ku zengînîya hejîrê bi Kalisyom pir heye ji bo parastina hestîyên laşê mirov ji nexweşîyên hestîyan wek hestî xûrumandinê bi taybetî li ji bo kal û pîran pir başe. Hejîr pir bi sûde ji bo nexweşîyên dil û damaran, herwiha ji bo parastina rovîya zirav û kolonê mirov ji nexweşîya penceşêrê. ji bo nexweşîya Gaut bi berfirehî tê bi kar anîn. Ji bo dermankirina nexweşîya rovîyên lawaz, çi li cem pîra çi jî li cem zoroka bê, 6 heb hejîrê pijiyayî/gihayî yan ziwakirî û qedehek donê zeytunê û leymunek baş hurkirî, hemî tev de têxin sênîkekê de û 24 saatan bihev re bihêlin û duvre her roj bi xurînî 2 kefciyan bixwin.

Hêjîr du qesetan fêkî digre. Bi qesetî pêşin ra dibêjin "petle". Petle hêjîrên biçûk ên rengê kesk in. Tên xwarin û ji wan rîçal jî çêdibe. Ev qesetî siftê diweşe û dar qesetekî nu digre. Siftê ew qeseta gir dibe. Rengê xwe yî kesk e. Ev hêjîrê nebû ye û bi wan ra dibêjin "kerk" û nayên xwarin. Ku kerk gir dibin şîrîn dibin pê ra dibêjin hêjîr û ew tên xwarin.

Cureyên hêjîran biguhêre

Li Kurdistanê gelek cureyê hîjîran hene:

 
Hejîrên Dêrikê