Hayri Başbuğ (jdb. 1958, li Hênê, Diyarbekir[1]), nivîskar, lêkolîner û yek ji endamên payebilind ên MHPê û pêşengê veqetandina zareveyên kurdî jî hevûdu û projekta zazaya ye.

Jiyana wî biguhêre

Projeya wî biguhêre

Pirtûkên wî ji aliye dewletê ve tên pêşniyazkirin. Li pirtûkxaneyên hemî dibistanên Tirkiyê û li girtîgehan pirtûkên wî hene. Ew di pirtûkê xwe de berê tirkbûna kurmanc û dimiliyan diparast lê di sala 1984ê ku li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî yê PKKê destpêkir, ji nişka ve projekta veqetandina dimiliyan ji kurmancan îlan kir[çavkanî hewce ye]. Hin kesên alîgirê projekta "Zazaistan"[çavkanî hewce ye] in, wî wekî "serokê neteweyî yê nemir" dinirxînin û rêzgirtina wî dikin. Hin ji wan kesan jî wî wekî "kesê ku bi Ebubekir Pamukçu re dixebitî û karên baş dikir lê paşê hatiye dîtin ku peyayê dewletê bûye"[çavkanî hewce ye] bi nav dikin. Di vê projektê de navê Ebubekir Pamukçu, Sedat Bucak, Mahmut Yıldırım (Yeşil) û hwd jî derbas dibin[çavkanî hewce ye].

Berhemên Başbuğ biguhêre

  • İki Türk Boyu; Zaza ve Kurmanclar - Du eşîrên Tirkan Zaza û Kurmanc, 1984, Weşanên Türk Kültürü Araştırma Enstitüsü
  • Yezidilik İnancı - Baweriya Êzîdîtiyê, 1987, Weşanên Türk Dünyası Araştırmaları Vakfı
  • Ravil Feyzullin’in Şiirleri - Helbestên Ravil Feyzullin (li weşanxaneyeka bênav a Teteristanê hatiye çapkirin)
  • Nevruz - Newroz, Li weşanxaneyeke dewletê, Stembol 1985
  • Doğu Anadolu Aşiretleri - Eşîrên Rojhilata Anatoliyê, Weşanên Türk Dünyası Araştırmaları, tebax 1985
  • Aşiretlerimizde at kültürü - Di eşîrên me de kûltûra hespan, Weşanên TDAV Stembol, 1986,
  • Göktürk-Uygur Zaza Kurmanc Lehçeleri Üzerine Bir Araştırma - Lêkolînekê li ser Koktirk-Ûghûr û Zaza-Kurmancan, 1984, Weşanên Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü
  • Millet ve Millî Birlik Bilinci - Netewe û zanîna yekîtiya neteweyî, Enqere, Weşanên saziya ziman a dewletê TDTKB, 1985

Çavkanî biguhêre