Hawar rojnameyek rojane û xwerû bi kurdî ye. Rojnameya Hawar di 5'ê gulanê 2009'a li Amedê dest bi weşana xwe kir. Piştî ku Rojnameyên Azadiya Welat û berdewamiya wê Rojev ji alî dadgehên dewlata Tirk ve hatin girtin, ji dêlve wan rojnameya Hawar dest bi weşanê kir. Xwedî û berpirsyarê rojnamê Bedri Adanir e.

"Hawarên" kurdî biguhêre

Rojname navê xwe ji Kovara Hawar digre. Kovara Hawar ku yekem car di sala 1933an de ji alî Celadet Elî Bedirxan ve hatibû derxistin, heta hingê kovara herî temendirêj bû û xwerû bi kurmancî bû. Herwiha di sala 1980'an de şoreşgerên Kurd yên di Girtîgeha Amedê de dîsa bi heman navî kovarek derxistibûn.