Harold Pinter CH CBE (jdb. 10ê çiriya pêşîn 1930 – m. 24ê çileya pêşîn a 2008an) nivîskarekî îngilîz e. Di sala 2005an de Xelata Nobel a Wêjeyê qezenc kir.

Harold Pinter
Jidayikbûn10 çiriya pêşîn 1930 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin24 kanûna pêşîn 2008 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
London Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêPenceşêra kezebê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGoristana Kensal Green Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Brîtanî
Perwerde
  • Central School of Speech and Drama
  • Royal Academy of Dramatic Art (–1949) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • The Room
  • The Birthday Party
  • The Dumb Waiter
  • The Caretaker Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Vivien Merchant (1956–1980)
  • Antonia Fraser (1980–2008) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Daniel Brand Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Jack Haim Pinter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Frances Moskowitz Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2005)
  • Knight of the Legion of Honour
  • Laurence Olivier Award
  • Commander of the Order of the British Empire
  • xelata Hermann Kesten Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.haroldpinter.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Pinter di sala 1930î de li Hackneya Londonê ku cihê karkeran e, wekî kurê terziyek cihû hatiye jiyanê. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn re ji bajêr derket û di 14 saliya xwe de vegeriya Londonê. Di dibistanê de wî ji nivîskarên wekî Franz Kafka û Ernest Hemingway hezkir. Piştî dibistana amadeyî beşdarî Dibistana Akademiya Drama a Hunerê ya Keyaniyê, lê du sal paşê dev jê berda. Sala 1949î de ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hat darizandin, lê bi cezaya pereyan ji girtîgehê rizgar bû.

Sala 1950î de bi navê Harold Pinta di kovara Poems de helbestên wî derketin. Di bernameyên radyoyê yên BBC de xebitî, sala 1957î de yekem lîstika xwe bi navê "The Room" (Ode) ji bo Zanîngeha Bristolê 4 rojan de nivîsî

Yekem berhema wî ya radyoyê "A Slight Ache" 1959î de di BBC de hatiye weşandin. Lîstikên wî bi giştî di nav odeyekê de, bi karekterê kesan ên têne hatin lîstin. Armancê wan ê sereke, ne ji aliyê temaşevan, ne jî ji aliyê karakteran ve nayê zanîn û hêzên nayên zanîn wan tehdît dikin. Ev karakter gelek caran ji bo neyên kuştin têkoşîneke kûr didin

Piştî derbeya li hemberî serokê Şîleyê Allende ku 1973î de bi derbeyê ji kar hatibû girtin, Pinter di nav têkoşîna mafên mirovan de xebateke aktîf dike.

Ew di sala 1999î li hemberî tevgera NATO'yê ya li Kosovoyê derket, sala 2001ê de di nav ji bo parastina Slobodan Milosevîç, di nav Komîteya Neteweyî de cih girt.

Sala 2002îde bi şêrpenceya (kanser) qirikê ket. Heman salê di meha çiriya paşîn de nêzîktêdayîna Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ya bi rengê "şerê pêşîlêgirtinê" rexne kir.

Li hemberî Serokê DYA George W. Bush derket û got: "Bush got, 'emê destûrê nedin çekên herî xirab ên dinyayê, di destê rêberên herî xirab de bimînin' tu rast dibêjî, li neynikê binêre dostê min. Vaye ew tu yî."

Pinter di sibata 2005 de ragihandibû ku wî êdî dev ji nivîsandina nivîskariya şanoyê berdaye û ew ê hemî kariyera xwe ji bo siyasetê bikar bîne. Û gotibû: "29 sal e ez lîstikan dinivîsim. Ma ev ne bes e?"

Berhem biguhêre