Harbûn

nexewşiyek ji ber tûşbûna bi vîrûsan

Harbûn (bi latînî: rabies) yek nexweşiyeke mîkrobîk e û pirranî ji ajalan derbasî mirov dibe.

Dîmenek ji nexweşên harbûnê 1959

Ev bakterî ji kûçikan (seg, kûtik), pişîk (pisîng), gur, hirç, hesp, fok hwd ajalan derbasdibe. Ango zoonoz e. Vîrus bi vedan an temasa xwînî ya bi ajalan re derbasî mirov dibe û di sîstema neurologîk de xwe bicihdike. Hêdî hêdî sîstemê dixurifîne û dibe sedemê felc û mirinê.

Cara pêşîn di sala 1882'î de ji aliyê Louis Pasteur ve derziya parastina vê nexweşiyê hatiye keşfkirin. Heger di dema kurtketine bakteriyan de derzî were kirin, serkeftin mezin dibe. Piştî dema kurtketinê pirranî êdî çare jî nîne.

Hin sîmptomên nexweşiya harbûnê biguhêre

  • Zêdetîna laş
  • Westîn (betilîn)
  • Bêmadeyî
  • Serêş
  • Li cihê vedanê xwir, şewat, werim
  • Madelihevketin, verêş
  • Di çavan de tirs û xof
  • Guhertineke berçav di rû û tevgerê de
  • Agressîvîte
  • Tirs ji avê, ji tavê

Helbet sîmptom ne standart in û gorî prognozê diguherin.

Beriya bijîşk mirov divê biguhêre

  • Cihê ku ajal pê vedaye bi deterjan, ava oksigenê hwd şuştin
  • Derziya tetanosê
  • Antîbiyotîk

Gorî prognozê û zûanînê çareserî tê kirin.