Hana Soukupová (z. 18ê kanûna pêşîn, 1985) modeleke çekyayî ye. Ew gelek caran tevlî nûmayîşên kompanyaya hîlberîner a cilên pîrekan a bi navê Victoria's Secret bûye. Hana di 18ê kanûna pêşîn a 1985an de li Karlovy Vary ya Çekoslovakyayê (îro li Çekyayê ye) ji dayîk bûye.[3] Ji sedema dirêjbûna xwe di yaneyeke herêmî ya basketbolê de leyîstiye.

Hana Soukupová
Hana Soukupová di hezîrana 2009'an de
Jidayikbûn18ê kanûna pêşîn a 1985an (38 salî)
CîwarKomara Çekî Karlovy Vary
EsilÇekyayî
Salên çalak1998-îro
HevjînDrew Aaron
Kariyera modelî
Bejn1.83 m[1]
Rengê porZer
Rengê çavanŞîn
AjansIMG Models[2]
Malperhanasoukupova.com
biguhêreBelge

Hana li bajarê Pragê di sala 1998an de dest bi modeltiyê kiriye. Di temenê xwe yê 15 salî de bi şirketa parfûmê ya bi navê Carolina Herrera’s Chic ve kontratek îmze kiriye. Di îlona 2004an de weke yek ji neh modelên sereke yên pêşerojê yên kovara navdar a modayê ya bi navê Vogue hatiye hilbijartin.Hinek modelên din ên bi wê re hatine hilbijartin, Daria Werbowy, Gemma Ward, Gisele Bündchen û Karolína Kurková bûn.[4]

Hana Soukupová weke modeleke bijarte di serrûpelên 80 kovaran de derket ku di nav van kovaran de Harper's Bazaar, Vogue, W, Elle û Allure hebûn. Soukupová bi fotografkêşên mîna Steven Meisel, Nick Knight, Mikael Jansson, Craig McDean, Mario Sorrenti, Steven Klein, Mario Testino, David LaChapelle, Inez Van Lamsweerde, Patrick Demarchelier xebitî.

Di sala 2011an de ji bo roleke taybet di rêzefîlmê bi navê Gossip Girl de leyist. Soukupová ji bo fîrmayên navdar ên weke Gucci, BVLGARI, Escada, Balenciaga, Max Mara, Tse, Dior, Carolina Herrera, H&M, Victoria's Secret û Versace modeltî kir. Herwiha di gelek fîrmayên din ên navdar de modeltî kiriye.

Soukupová niha bi CEOyê The Aaron Group of Companies yê bi navê Drew Aaron re zewicî ye. Bi giştî li New Yorkê dijî lê herwiha diçe Parîsê jî, ku ew der cihê destpêka jiyana wê ya modeltiyê bû.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ HANA SOUKUPOVA". IMG Models. Retrieved 2008-02-10.
  2. ^ Hana Soukupova
  3. ^ "Hana Soukupova 1ê gulanê 2011". Ji orîjînalê di 15 kanûna paşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2011.
  4. ^ Vogue’s ‘World’s Next Top Models’ cover 18 April 2011, ji orîjînalê di 4 nîsan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2011

Girêdanên derve biguhêre