Hîçhar, îsota heşînê, bîbera dolmehê, bîbera spanî (capsicum annuum), bîberek ji koma capsicum a famîleya balîcanan (solanaceae) ye. Li Kurdistanê gelek cureyên bîberê digihên, îsot, bîbera reş jî bi tevî hîçharê di pêjgeha kurd deç cihekê taybet digirin. Hîçhar biharbêhneke pêjgeha kurd e.

Ji Mecaristanê
Gupik vedaye
Hîçhara sor

Li Kurdistanê çandiniya wê tê kirin. Rengê wê berê kesk e, paşê sor dibe lê hin cureyên wê hene ku dema digihên rengên wan mor, zer an çakar dibin. Ji hewaya germ, axa ne zêde avî hez dike. Tehma wan gorî cureyê şîrîn, tûj (no) an nîvtûjî ye.

Welatê vê bîberê parzemîna Amerîkayê ye ku piştî vedîtina Amerîkayê belav bûye.

Çavkanî biguhêre

  • Harald Zoschke: Das Chili Pepper Buch – Anbau, Rezepte, Wissenswertes, Suncoast Peppers GmbH, Kressborn, 1997, ISBN 3-924685-05-3. (almanî)