Gurz, çekekê klasîk e û heya serdema navîn di artêşan de hatiye bikaranîn. Forma xwe ya tê zanîn, di sedsala 12. de girtiye. Beriya wê jî mirovan her gurz bikaranîne.

Gurz

Gelek cureyên gurzê hene. Guleyên gurzê kadî, totî (kûreyî) yan di formên çovkî, geometrîkî (bo mînak dirûvê stêrê) de bûne.

Gurz di artêşên kurdan de herwiha gelek hatiye bikaranîn. Gurzên kurdan ji yên ewropayiyan biçûktir bûne. Zincîrên an bendên girêdana gurzan, ji yên ewropayiyan dirêjtir bûne.

Gurz ne tompiz e biguhêre

Carnan herdu hemwate hatine bikaranîn, lewra heman fonksiyonên wan hene. Gurz bi bendik (an zincîr) in, ango guleya lajwerdî bi bendikê bi doxa gurzê ve hatiye girêdan. Di êrîşan de tên pekandin, gule girêdayî ye, winda nabe.

Tompiz çekeke bêhtir kevn e lê ne bi qasî gurzê praktîk û kêrbar e. Di artêşan birêkûpêk ti carê nehatine bikaranîn. Di demên antîk de gelek bikêr bûne. Gurz ji dar an lajwerdê ne, darkotekên mezin in. Bo bandora wan zêdetir be, mix an bizmar jî pê ve hatine kirin.

Tompizên nûjen çovkotek, darkotek, şivkotekên nûjen ên wekî darkoteka beyzbolê ne.