Gulav (di hin devokan de gulavk, ava gulê) ji ava gulê re tê gotin ku bi parizandina pelên gulê tê bidestxistin. Him di kozmetîkê de tê bikaranîn, him jî di xwarinan de.

Palûkeya biçûka gulavê li Kaşan, Iran

Berê gulav bêhtir dihate bikaranîn lê bi derketina kolonya û parfûman ve qîmeta wê ket. Dîsa jî wekî berkeliyek di çêkirina xwarinan de (bi taybetî şîranî) tê bikaranîn. Lîtreyeke ava gulê ya arî (saf) ji 6-7 hezar gulan tê bidestxistin. Lê gulava arî ji ber ku pirr biha ye, bi serê xwe nayê bikaranîn.

Ji îraniyan (kurd, faris ûêd) derbasê Hindistan, cîhana ereban, Spanyayê û ji wan jî derbasê ewropayiyên din bûye. Li Îranê hêj dixin nava çay û di xwarinan de bikartînin. Li Bakurê Kurdistanê wextekê wekî "kolonyaya sofiyan" jî dihate binavkirin ku oldaran bikardianîn. Lewra tê e alkol nebû.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, wekî antîseptîkek dihate bikaranîn. Bo mînak bo werma qirikê, hemlik, kunêr, werma girikên pêsîran dihate bikaranîn.

Hin xwarinên gulav tevlî ye biguhêre

Gotin biguhêre

  • Gul û av nabin gulav. (ango sentez cuda ye, tişta sêyemîn, têkel, ne ji berhevkirina yên din e)