Guhertina navên cografî yên Tirkiyeyê

Guhertinên navên niştecihên li Tirkiyê ji sala 1913an heta niha bi awayekî periyodîk ji aliyê hikûmetên li pey hev ên Tirkiyê ve hatine kirin.[1] Di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de bi hezaran navên gund û bajaran hatin guhertin. Pirraniya navên gelêrî û dîrokî yên ji Împeratoriya Osmanî bi avakirina komara Tirkiyê ve bi darê zorê ve hatine guhertin û li şûna wan navên bi tirkî yên keyfî hatine dayîn. Hikûmetan angaşt kirin ku navên weha biyanî an dabeşker in, lê rexnegirên guhertinan ew wekî şovenîst binav dikin, ji ber ku ev navên orîjînal ên wan cihan bûn ku dewletê dixwest ji holê rake.[2] Navên ku dihatin guhertin bi gelemperî bi eslê xwe ermenî, yewnanî, gurcî, lazî, bulgarî, kurdî, suryanî û erebî bûn. Bi vî rengî dewleta tirk ji destpêkê ve siyaseta xwe ya asîmîlasyonê bi tundî da meşandin.

Guhertina navên cografî yên Tirkiyeyê
  • Wikimedia list article Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nexşeya guhertinên navên niştecîhên kurd.

Nexşeya guhertinên navên niştecîhên ji ermenî.

Guhertinên niştecîh navê niştecîhên yewnanî.

Guhertinên navê niştecîhên gurcî an lazî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê di destpêka sedsala 21ê de bû sedema kêmbûna bûyerên bi vî rengî ji aliyê rêveberiya herêmî û hikûmeta navendî ve.[3] Di hin rewşan de qanûn navên hin gundan (di serî de yên ku hindikahiyên kurd lê dijîn) vegerandine. Navên orîjînal ên ku bi awayekî fermî hatine guhertin hê jî di zarava û zimanên herêmî de li seranserê welêt ji aliyê ew komên herêmî û etnîkî ve têne bikaranîn.

Ev polîtîka di salên dawî yên Împaratoriya Osmanî de dest pê kir û heta komara Tirkiyeyê ya îroyîn dewam kir. Di bin desthilatdariya Kemalîstan de ji bo guhertina navan komîsyonên hikûmetê yên taybet hatin avakirin. Nêzîkî 28.000 navên topografîk hatin guhertin, ku tê de 12.211 navên gund û bajarokan û 4.000 navên çiya, çem û yên din jî hene. Piraniya guhertinên navan li herêmên rojhilatê welêt çêbûn ku etnîsîteyên hindikayî beşekî mezin an piraniya nifûsê pêk tînin.

Herwiha binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Naimark, Norman M. aut; Alexander Street Press (2001). Fires of hatred [electronic resource] : ethnic cleansing in twentieth-century Europe. Internet Archive. Cambridge, MA : Harvard University Press. ISBN 978-0-674-00994-3.
  2. ^ "Turkification Politics of the Ottoman Empire and Mustafa Kemal Ataturk" (PDF).
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê (PDF) di 9 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 hezîran 2023.