Guhîj
Guhîj
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Rosales
Famîle: Rosaceae
Binefamîle: Maloideae
Cins: Crataegus
Tourn. ex L.

Guhîj darek bi stirî ye ku bejna wê 5 - 15 metreyan jî bilind dibe.[1] Tê bawerkirin ku li cîhanê kêm zêde 200 cureyên wê hene.[1] Lê li Kurdistanê 7-10 cureyên wê çêdibin. Fêkiyên wê weke bi qasî nokekê (hinek jî qasê alûcan) mezin in. Rengên wan ji hev cuda ne, zerê vekirî, sor, sorê tarî û reşê vekirî. Di nava fêkiyên wan de sîsik hene. Tama fêkiyên wan miz e (tirşîn). Fêkiyên wan di payîzê de çêdibin, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkên darên wan spî û pembe ne û di meha nîsan û gulanê de vedibin.[2]


Welat biguhêre

Guhîj riwekeke aîdî nîvkada bakur e ku li welatên Ewropa, Asya û Amerîkaya Bakur hêşîn dibin. Guhîja derewîn bi piranî li dewletên bakurê Ewropayê yên mîna Îrlanda û Brîtanya şîn dibin.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Phipps, J.B., O’Kennon, R.J., Lance, R.W. (2003). Hawthorns and medlars. Royal Horticultural Society, Cambridge, U.K.
  2. ^ a b Bavê Jîndar, Dermanxana xweristê Guhîjk, ji orîjînalê di 16 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 nîsan 2011