Granma (bi kurdî tê wateya dapîr, girema, giremama) navê rojnameya fermî ya Partiya Komûnîst a Kûba ye.

Navê xwe ji bota ku birêveberên şoreşa Kûbayê, Fidel Castro, Che Guevara û 80 serhildêrên din ku di sala 1956'î de pê derketibûn girava Kûbayê digire. Şoreşa sosyalîst a Kûba, dawî li dîktatoriya Fulgencio Batista aniye.

Hejmara yekemîn a rojnameyê di 4'ê kewçêrê 1965'î de derhatiye. Rojane derdikeve û tîraja wê lo dora 500.000 e. Ji sala 1996'î versiyonên wê yên navneteweyî û bi zimanên cuda jî derdikevin ku nêrînên serokatiya Kûba bilêvdikin.

Versiyona Kûbayê rojên yekşemê tên weşandin û ji heşt rûpelan pêk tê. Hin caran heger pêdivî hebe, pîneyên wê jî tên weşandin.

Girêdanên derve biguhêre