Gottfried Wilhelm Leibniz

Gottfried Wilhelm Leibniz (jdb. 1ê tîrmehê 1646 li Leipzig; m. 14ê çiriya paşîn 1716 li Hannover) fîlozofekî alman ê navdar e. Yek ji fîlosofên herî grîng ê fîlozofiya sîstemîstê ye. Bi ramanên xwe yên nû ên li ser matematîk, metafîzîk û mantiqê tê naskirin.

Gottfried Wilhelm Leibniz

Leibniz, li Leipzigê ji dayik bû. Bavê wî li zanîngeha vî bajarî dersên rewiştê (Ehlaq) dida. Leibniz, piştî mirina bavê xwe ji dibistanê derket û xwe bi xwe perwerde kir. Mijara dîrokê gellekî bala wî dikşand. Di 8 saliya xwe de latînî hîn bû. 12 saliya xwe de jî dest bi hînbûna yunanî kir û ji alîkî de jî pirtûkên li ser mantiqê dixwend. di 15 saliya xwe de ket zanîngeha Leipzigê. Ji Jakob Thomasiusê ku li Almanyayê avakerê dîroka felsefê tê pejirandin dersên felsefê girtin. Di sala 1663'an de çû Jenayê û li vir, ji zanayên navdar ên matematîkê ders girt.

Leibniz gava 25 salî bû gellek berhemên wî ên grîng hatibûn çapkirin. Demekê bu polîtîkayê re jî eleqedar bû û li ser ramyarê jî çend berhem nivisandin.

Di sala 1700 de çû Viyanayê û piştre jî çû Berlînê. Zanîngeha Berlînê da avakirin û bû gerînendeyê yekemîn ê vê zanîngehê.

Di sala 1711 de dev ji kar berda û dîsa vegeriya Viyanayê. Hetanî sala 1714 deha li vir jiya. Her çiqas Leibniz bi Barontiyê hatiye nasnavkirin jî gava li Hannoverê mir mîna zilamekî xizan hatiye definkirin.

Berhemên wî biguhêre

  • Axaftinên metafîzîk
  • Ceribandinên nû ên li ser hişê mirovan
  • Theodizee
  • Monadenlehre