Gotûbêj:Xanedana Pehlewiyan

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Avestaboy ve di mijara Xanedan an xanedanî? de

Xanedan an xanedanî? biguhêre

Gelo Wîkîpediya kurdî peyva "xanedan" (ji bo dynasty) şaş bi kar tîne? "Xanedana Pehlewiyan" dirust e? Bi ya min xanedanên pehlewî (ji bo dynast) yan xanedaniya pehlewiyan (ji bo dynasty) dirusttir e. Hûn çi û çawa dibêjin? @Avestaboy, Balyozxane, Bikarhêner, Dilovan Gervan, Ferrus, û Gomada: @Key Mirza, KurdoChali, Mohajeer, Rasti, û Penaber49: MikaelF (gotûbêj) 18:24, 5 îlon 2022 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF:Bawer dikim, xanedan têrê dike. Ev forma xanedanî hinekî dişibe forma tirkî. Tirkan hin peyvên îranî di zimanê xwe de bi paşgira -lık guhertine. Ev -lık a wan di kurdî de -dan(k), -î yan jî -tî ya kurdî ye. Dibêjin hanedanlık (xanedan), çaydanlık (çaydank), anku hem paşgira kurdî hem jî ya tirkî lê zêde dikin. Loma ger em bêjin xane-dan-î em jî di paşgirên bi heman wateyê/fonksiyonê lê zêde dikin. Lê mirov dikare peyva xanedanî di kurmancî de weke tişta aydê xanedanê jî fêhm bike. Dîsa jî nizanim peyva xanedanî di nava kurdan de çiqasî belav bûye. Qewet be!—Gomadapeyam 13:15, 6 îlon 2022 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalno! Li gor min jî xanedan bes e. Ferrus (gotûbêj) 19:25, 9 îlon 2022 (UTC)Bersiv bide
Slav, min peyva xanedan dî gelekî gotaranda bi kar anî. bi min "xanedan" raste. Di gelek malperên Kurdî da jî ev peyv bi vî avayî tê bikaranîn. @Avestaboy, Balyozxane, Bikarhêner, Dilovan Gervan, Ferrus, û Gomada: @Key Mirza, KurdoChali, Mohajeer, û Penaber49: Rasti (gotûbêj) 05:56, 16 çiriya pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF, Balyozxane, Bikarhêner, Dilovan Gervan, Ferrus, û Gomada: @Key Mirza, KurdoChali, Mohajeer, û Penaber49: Li gorî ferhengan hevalê MikaelF mafdar e .Xanedan dynast e û Xanedanî dynasty ye. Bi tirkî Hanedan û Hanedanlık tê gotin. Avestaboy (gotûbêj) 09:12, 18 çiriya pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Xanedana Pehlewiyan".