Gotûbêj:Motorsiklet

(Ji Gotûbêj:Motorçerxe hat beralîkirin)
Şiroveya dawî: Şemî di 20:00 de ji aliyê Balyozxane ve di mijara Nederbasdar de

Nederbasdar biguhêre

Silav @Avestaboy Motorçerxe ne kelîmeyeke derbasdar e. Binêre encamên lêgerînê:

  1. Glosbe - ji Wîkîdaneyê wergirtiye. Loma nayê hesibandin
  2. https://www.kurdistan24.net/kmr/story/38702-Fest%C3%AEvala-wesay%C3%AEt%C3%AAn-kevnar
  3. https://www.jw.org/kmr-x-rd/kitebxane/kovar/birca-cavderiye-bona-hinbune-cotmeh-2017/gava-daxwazen-yehowa-tinin-cih-kereman-distinin/
  4. Kitêbeke ermenî ji bo hînbûna kurdî jî derdikeve lê 2023an de hatiye çapkirin.

Loma ez dibêjim cara pêşî Bikarhêner:Bablekan ev kelîme çêkiriye bi mantiqa duçerxe. Bi farisî jî fa:موتورسیکلت motorsîklet e. --Balyozxane (gotûbêj). 22:17, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide

Silav @Balyozxane . Gotara Motorçerxe ne ji aliyê min ve hatiye nivîsandin. Min tenê kategoriyê li gorî gotarê çê kir. Divê em hemû lê bikolin û pirsgirêkê çareser bikin. Avestaboy (gotûbêj) 22:23, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy Erê loma min got Bablekan çêkiriye. Eger îtîraz tinebe ez ê rupele bar bikim motorsîklet @MikaelF, @Penaber49 --Balyozxane (gotûbêj). 22:26, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, motosîklet e... :) ne motoRsîklet, ne wilo? MikaelF (gotûbêj) 22:35, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Bi ya min be, matorsiklet ya herî xweş e lê, di ferhengê zana Farqînî û Îzolî de min wekî Motorsiklet xwendiye. Kîjan be? --Balyozxane (gotûbêj). 22:37, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Matorsiklet zor tê fêmkirin. Motorsîklet hêsantir tê fêmkirin. Ez ema ne xwedî hemû ferhengan me. Min ema heya niha peyva motorçerxe tenê li ser Wîkîpediyayê dît . Lewma ez texmîn dikim ku ew peyveke aşopî ye. Lê ez ne 100 % bawer im. Gumanên min li ser peyvên babirok û herbadok (binêr e gotara Helîkopter ) jî hene. Avestaboy (gotûbêj) 22:49, 23 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane Di Farqînî (2010) de motosiklet e, ne motoRsiklet. MikaelF (gotûbêj) 07:14, 24 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, bi behdînî, "matorsigil" e... MikaelF (gotûbêj) 07:39, 24 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF Ez bawer dikim hemû kurd dibêjin mator lê mixabin ferhengdanerên me şûnda bilêvkirina gel, li gorî etîmolojiya kelîmeyan ferhengên xwe dinivîsin.
Li aliyekî din, bi ya min hejmara kurdên bakur ji ya axêverên behdînî zêdetir e loma forma motorsiklet/motorsîklet çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj). 20:00, 25 gulan 2024 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Motorsiklet".