Goştê kişandî, goştê hûrkirî, goştê cengekirî wekî ji navê wê jî kivşe ye, berheme goştê ye. Him goştê sor, him jî yê spî tê kişandin. Ji ber ku êdî makîne hene mirov dikare ji yên din bêhtir navê goştê kişandî bikarbîne.

Goştê kişandî ji goştê dewarê
Goştê kişandî yê serdema endustriyê

Ferhengok biguhêre

  • Goştê kişandî, yê herî hûrkirî, yên makîneyan tên xistin
  • Goştê cengekirî, ew jî hûrik an stûr hatiye hûrkirin lê goşt wekî rişte yan şirîtê hatiye hûrkirin.
  • Goştê hûrkirî, hûrik an stûr, goştê hatiye hûrkirin e. Mirov dikare bo goştê hebikên wê bi qasî bindeqê ne jî bikarbîne. Ya rastî ev lê nayê, lewra têgîna "hûrkirinê" tê gelek wateyan û rê dide şaşiyan.

Di pêjgeha kurd de bo gelek armancan tê bikaranîn. Ji biraşkan (kebab) heya kiloran, ji şorbeyan heya, kate, hêyavk, kutilk, kufte û pîzayan di gelek xwarinan de goştê kişandî cihekê girîng digire.

Li Kurdistanê hêj zagon û normên veşartin û bikaranîna goştê kişandî nînin, lê li Ewropayê hene. Ji ber ku di goştê kişandî de bakterî zû digihên, divê gorî normên parastin û bikaranîna xwarekan bên bikaranîn.