Gazên serayê, gazek e ku enerjiya radyanê di nav rêza infrasor a termal de vedihewîne û belav dike ku dibe sedema bandora serayê.[1] Gazên serayê yên sereke yên di atmosfera dinyayê de, dûkel a avê (H2O), karbondîoksît (CO2), metan (CH4), nîtrooksîtê (N2O) û ozon (O3) e.[2] Dema ku gazên serayê nebûna, germahiya navînî ya rûyê erdê dê li cihê 15 °C (santîgrat) ê, −18 °C, (santîgrat) bûya.[3][4][5] Xeyn ji astmosfera dinyayê li atmosferên Venus, Mars û Tîtanê jî gazên serayê hene.[6]

Bandora serayê ya radyasyona rojê ku li ser rûyê erdê ji ber belavbûna gazên serayê pêk tê.

Xebatên mirovî ji destpêka Şoreşa Pîşesaziyê ve (li dora sala 1750an) tansiyona karbondîoksîtê ya atmosferê ji sedî 50 zêde kiriye, ji sala 1750an vir ve ji 280 ppm-an heta sala 2022an, gihîştiye 421 ppm-an.[7] Herî dawîn berê 3 milyon sal giraniya karbondîoksîtê di atmosferê de wiha zêde bûye.[8] Ev zêdebûn tevî vegirtin zêdetirî nîvê karbona heyî ya ku ji aliyê cûrbecûr jêderên karbonê yên xwezayî ku tê vegirtin, di çerxa karbonê de pêk hatiye.[9]

Li gorî rêjeyên belavbûna gaza serayê ya heyî, dibe ku germahî bi 2 °C (santîgrat) zêde bibe, ku Panela Navdewletî ya Guherîna Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) dibêje sînorê jorîn e ku heta sala 2050an ji astên "xetere" dûr bikevin.[10] Piraniya belavbûna karbondîoksîtê ya antropogenîk ji şewitandina sotemeniyên fosîl, bi taybetî komir, neft û gaza xwezayî, digel tevkariyên zêde yên ji hilberîna çîmentoyê, hilberîna zibilê, birînên darên daristanan û guhertinên din ên di karanîna axê de tê.[11][12]

Gazên serekeyên serayê biguhêre

Gazên serayê yên sereke (GSS) ku bi xwezayî di atmosferê de hene ev in:

  • Dûkela avê (H2O) û dilopên ava ewrê ku ji %72 ji bandora serayê ya xwezayî berpirsiyar in. Germbûna gerdûnî herikîna avê zêde dike ku erd pê zuha dibe ku bandora serayê zêde dike û okyanûsan germ dike.
  • Karbondîoksîd (CO2) ku ji %65ê bandora serayê ya antropogenîk berpirsiyar e ku ji sala 1750an vir ve 47% zêde bûye.
  • Metan (CH4) ku ji %17 bandora serayê ya antropogenîk berpirsiyar e ji ber potansiyela germbûna gerdûnî ya bilind, 34 qat ji ya bandora CO2 ya 100 salan de, wekhev e.
  • Oksîda nîtros (nîtrooksîd) (N2O).
  • Ozona troposferîk (O3)

Gazên serayê yên pîşesaziyê jî Halokarbonên wiha vedihewînin:

  • hîdrokloroflorokarbonên, wekî HCFC-22 (bi freon).
  • Kloroflorokarbonên (CFC).
  • Hîdroflorokarbonên (HFC).
  • Karbon tetraflorur (CF4);
  • Sulfur heksaflorur (SF6) ve trîflorometîl sulfur pentaflorur (CF3-SF5)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 17 çiriya paşîn 2018. Ji orîjînalê (PDF) di 17 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "NASA GISS: Science Briefs: Greenhouse Gases: Refining the Role of Carbon Dioxide". web.archive.org. 12 kanûna paşîn 2005. Ji orîjînalê di 12 kanûna paşîn 2005 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ Karl, T. R. (5 kanûna pêşîn 2003). "Modern Global Climate Change". doi:10.1126/science.1090228. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  4. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 26 çiriya paşîn 2018. Ji orîjînalê (PDF) di 26 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "Water Cycle - Science Mission Directorate". web.archive.org. 17 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê di 17 kanûna paşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "Download Limit Exceeded". citeseerx.ist.psu.edu. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  7. ^ "Carbon dioxide now more than 50% higher than pre-industrial levels". www.noaa.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  8. ^ "Climate Change: Atmospheric Carbon Dioxide | NOAA Climate.gov". www.climate.gov (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ US Department of Commerce, NOAA. "Global Monitoring Laboratory - Carbon Cycle Greenhouse Gases". gml.noaa.gov (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  10. ^ Hausfather, Zeke (4 kanûna pêşîn 2020). "Analysis: When might the world exceed 1.5C and 2C of global warming?". Carbon Brief (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  11. ^ US EPA, OAR (12 kanûna paşîn 2016). "Global Greenhouse Gas Emissions Data". www.epa.gov (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
  12. ^ "AR4 SYR Synthesis Report Summary for Policymakers - 2 Causes of change". web.archive.org. 28 sibat 2018. Ji orîjînalê di 28 sibat 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.