Gaxand[1], Gaxend[2], Gaxan an Gaxonî[3] an jî Noel her sal ji aliyê xiristiyanan ve di 25ê kanûna pêşîn tê pîroz kirin. Pîrozbahî êvara 24ê kanûna pêşîn dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26ê kanûna pêşîn didomê. Dêra ermeniyan û ortodoksan li gorî salnameya Julianî roja 7ê kanûna paşîn dest bi pîrozkirina gaxendê dikin. Sedema pîrozkirina cuda, keşeyê katolîk Papa Gregorê XIII di sedsala 16an de salnameya Julianî de guhertin çêkir û salnameya Gregorî pêk anî. Dêrên ortodoks ên ku di 7ê kanûna paşîn de dest bi pîrozbahiyan dikin wê di 2100î de ji 8ê kanûna paşîn dest bi pîrozbahiyan bikin.

Dara Gaxandê

Noel di xiristiyaniyê de mîna rojbûna Îsa tê pîrozkirin.

Dara Gaxendê navê dara çamêye ku di pîrozbahiyên gaxendê de bi gelek cure rahnik û xemlan tê xemilandin.

Kalgaxend kalê mîtolojîke ku tê bawerkirin di Noelê de bi erebeya xwe ya ku ji aliyê xezalan ve tê kişandin û ji mirovan re xelatan tîne.

Gaxand li Dêrsimê biguhêre

Li Dêrsimê her sal 13ê kanûna paşîn de şahiyên gaxandê tên lidarxistin. Gaxand weke sersala kurdên elewî tê dîtin (di gotina gelê "Sersal padîşahê nû"). Yek (an sê[çavkanî hewce ye]) roj rojiya gaxandê tê girtin. Di heman demê de kurdên êzdî jî sê rojan rojî digirin û qurbanan digurênin. Dişibe Noela xirîstiyanan. Di baweriya elewiyên Dêrsimê de ku gaxandê pîroz dikin, karakterekî folklorîk ê bi navê Kalo Gaxand heye.[4]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Zana Farqînî (2010), Ferheng. Enstituya Kurdî ya Stenbolê
  2. ^ Îzolî (1992); Umîd Demîrhan (2007)
  3. ^ Malmîsanij (1992)
  4. ^ Qalo Gaxan[Girêdan daimî miriye]