Garanîk
Garanîkekî ji Kurdistanê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Ciconiiformes
Famîle: Ardeidae
Cins: Bubulcus
Bonaparte, 1855
Cure: B. ibis
Navê zanistî yê latînî
Bubulcus ibis
(Linnaeus, 1758)
Bincureyên garanîkan

B. i. ibis (Linnaeus, 1758)
B. i. coromandus (Boddaert, 1783)
B. i. seychellarum (Salomonsen, 1934)

Belavbûna garanîkan li cîhanê

     Cihên ku tê de têjikên xwe tînin derê.      Tevahiya salê.      Cihên ku tê de garanîk hene lê hêlîn çênakin.

Hevwate

Ardea ibis Linnaeus, 1758
Ardeola ibis
Bubulcus bubulcus
Buphus coromandus
Cancroma coromanda
Egretta ibis (Linnaeus, 1758)
Lepterodatis ibis (Linnaeus, 1758)

Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrîxne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.

Şayes biguhêre

 
Garanîk

Garanîk nêzî 50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.

Reftar û jîngeh biguhêre

Hindek caran li ser pişta çêl û gamêşan dadide, wan mêş û mûran dixwe yên taloqî wan dibin. Wekî şaqaviyên din hind naçe di avê de xwarina wî xişoke û beqên biçûk in.

Pirbûn biguhêre

 
Hêka Bubulcus ibis

Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran hêlînan çêdikin; 4-5 hêkên rengesmanî dike.

Belavbûn biguhêre

Li Kurdistanê behra pitir payîzan û biharan dihê dîtin. Li bakurê û nîveka Afrîkayê û li Portûgalê û başûrê Spanyayê û li Sûriyê û başûrê Îraqê û li Erebistanê û devera Deryaya Qezwîn û bakurê Îranê û Deryaya Reş têjikan tîne derê.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

-Îsmaîl Taha Şahîn]] (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).

  • Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nın Kuşları (Kuzey Afrika ve Orta doğu dahil). Türkiye Doğal Hayatı Kuruma Derneği, Stenbol. ISBN 975 94098 28
  • D. îzolî (2007). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Deng, Amed.
  • R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.

Girêdanên derve biguhêre