Gangnam Style (bi koreyî: 강남스타일) navê straneke artîstê başûr-korêyî PSY e. Stran di 15ê tîrmeha 2012an de hat belavkirin. PSY û Yugeonhyeong pevre ev stran nivîsand. PSY, yê 34 salî, yekemîn hundermendê Koreyayî ye ku li Amerîkayê pir navdar be. Li meha 11, 2012 PSY "Xelata Muzîka MTV" ya Ewropayê wergirt. Bi 26ê çiriya paşîn a 2012 ve vîdeo klîba wê di YouTube de 800 mîlyon kes temaşe kir[1] û rekora strana "Baby" ya Justin Bieber heland û dûv re “Gangnam Style” bû yekemîn vîdyo ku ji layê yek milyar kesan ve bihête temaşekirin.[2]

Gangnam Style
FormatCD, Daxistina Dijîtal
Dirêjahî3:39

Jêderk biguhêre

Nivîs, deranîn û qeyd kirina “Gangnam Style” di bin albûma PSY ku xebata stûdyoya şeşem, PSY 6 (Six Rules), Part 1 nav yek sernavî de çêbû. Li pey belavkirina wî ve kêmzêde di hemû lîsteyên bilbordê koreyî, malperên lêgerîna portala, firoşgehên muzîkê bionlîne de cîhê xwe girt.[3]

Paşxan biguhêre

Bi zimanê korêyî wateya "nam" başûr, ya "gang" jî rûbar e. Di vê stranê de behsa Rûbarê Hana paytextê Korêya Başûr hatiye kirin. Sedsala 15an de paytext û bajara mezintir Sêûl bû. Gêşbûna Gangnam û Sêûl di salên 1970an de destpêkir. Gangnam di 1970 û 80an de ekonomî pêş ve xist ku bû nîşana Korêya Başûr. Ji niha ve li Korêya Bakur bajara dewlemendtir ew e.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ PSY – GANGNAM STYLE (강남스타일) M/V
  2. ^ “Gangnam Style” û Destkefteke Dîrokî
  3. ^ Chariot., Silver. "PSY - Gangnam Style". Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2012.
  4. ^ Urban Dictionary