Galdîrîk
Galdîrîk navê xwarineke lazan e. Bi pincara ji çiyan tê berhevkirin galdîrîkê tê çêkirin. Ev pincar ji koma Borago officinalis a ji malbata boraginaceaeyê ye. Li Kurdistanê li cihên germ, parêzgehên başûr tê dîtin. Li herêma Deryaya Reş a Tirkiyeyê tirk jî ji lazan fêrî vê xwarinê bûne û navê galdîrîkê guhertine, kirine kaldirik, ango tirkîze kirine.
Berkelî biguhêre
- 1 kg riweka galdîrîk
- 2 serî pîvaz
- 3 hêk
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) merge
- Xwê û îsota reş (filfil)
- 1/2 SA (stekana-qedehe avê) rûnê ron (runê riwekan)
- 1 SA şîr
Çêkirin biguhêre
Galdîrîkê bişon, ava wê bidarivînin û hûrik hûrik hûrbikin. Pîvazan jî hûr bikin di quşxane yan verokekê de biqelînin. Mergeyê berdin navê û tevdin. Hêkan biçelpînin navê, dîsa tevdin. Galdrîrîka hûrkirî tevlî bikin, xwê û îsota reş pê werbikin. Şîr bedin serê, bi qasî çend deqeyan tevbidin, derxûnê bigirin, hinekê bidin sekinandin. Êdî dikare were ser destexaneyê.