Gülistan Acet
Gülistan Acet (z. 1985, Êlih), derhêner û lîstikvaneke kurd e.
Gülistan Acet | |
---|---|
Jidayikbûn | 1985 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgarî biguhêre
Di sala 1985an de li Êlihê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Uludağê ji beşa mamostetiya tirkî mezûn bûye. Di Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li ser zimanê kurdî mastera xwe temam kir. Piştî zanîngeh temam kir wê du salan mamostetiya zimanê tirkî kir û piştî du salan di 2009an de dev ji mamostetiyê berda û berê xwe bi temamî da sînemayê. Bi vê yekê re di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi perwerdehiya sînemayê kir ev proses qasî du salan dom kir. Gülistan Acet bi derhênerê kurd Ferit Karahan re zewicî ye.
Xebatên Sînemayê biguhêre
Gülistan Acet fîlmê xwe ya yekem Bihûşta Zebeşan di 2013an de temam kir. Vê filmê di 50emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê de wek kurtfilma herî baş hat hilbijartin. Di heman salê de di filmê Derbûyîna Ji Bihûştê ya derhêner Ferit Karahan wek aktrîs cih girt û ji heman festîvalê xelata aktrîsta alîkar a herî baş wergirt.
Fîlmografî biguhêre
Kurtefîlm biguhêre
- Guneh; Derhêner û senaryonivîs, 2015
- Bihûşta Zebeşan Derhêner û senaryonivîs, 2013
- Li Benda Biharê, Derhêner û senaryonivîs, 2013
Lîstikvanî biguhêre
- Derbûyîna Ji Bihûştê, Alîkara derhêner, 2013
Girêdanên derve biguhêre
Çavkanî biguhêre
- "Gülistan Acet". www.kameraarkasi.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2016.