Fyodor Dostoyevskî

Nivîskarê Rûs

Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevskî (bi rûsî: Фёдор Миха́йлович Достое́вский, Fёdor Mihajlovič Dosto'evskij) (11ê çiriya paşîn a 1821an li Moskow - 9ê sibata 1881an)[1] nivîskarekî rûsî ye. Di wêjevaniya cîhanê de wek kevirekî bingehîn hatiye pejirandin.[2][3]

Fyodor Dostoyevskî
Dostoyevskî di sala 1876an de
Jidayikbûn11ê çiriya paşîn a 1821ê
Moskow
Mirin9ê sibata 1881ê (59 salî)
Rûsyaya Çarî
PîşeRomannivîs
Zimanê nivîsinêRûsî
NeteweRûs
Şêweyê wejêyîRoman
Tevgera wejêyîRastîparêzî
Berhemên navdar
  • Записки из подполья (1864)
  • Преступление и наказание (1866)
  • Идиот (1868-1869)
  • Бесы (1871)
  • Подросток (1875)
  • Birayên Karamazov (1880)
Şanenav
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Fyodor Dostoyevskî di 11ê Çiriya paşîn a sala 1821an de li Moskowê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşkiyê dike.[4] Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe.[5] Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe ê bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in.[6] Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e.[7] Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne.[4] Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li Petersburgê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike.

Nivîskarî biguhêre

Hîn di vê dema xwendekariyê de bala wî li ser wêjeyê ye. Ji hevalên xwe bêhtir, nêzîkiya wî û pirtûkan bi hevdu heye. Şevên nîvê şevan ji nav nivînên xwe radibe, xwe vedikişîne xwaringeha xwendingehê, dixwîne an jî dinivisîne. Ji romantîzmê heta realîzmê baş têdigêhîje; Balzac, George San, Hugo, Pûşkîn, Gogol, Dickens dixwîne û nas dike[4][8]. Niviskarî, hîn di wê demê de bi wî ve xuya dibe. Lê di wan nêzîkan de dayika Dostoyevskî di çel saliya xwe de ji ber tuberkulozê dimire (1837).[4] Piştî vê yekê bavê wî vedigere ser wargehên xwe û zû di bin ve dibe, bi ser nakeve. Her wiha xwe dide ber vexwarinê, dest davêje jinên koleyên xwe, zordariyê li wan dike û heta ku di sala 1839an de ji hêla koleyên xwe ve tê kuştin. Mirov baş tênagêhîje bê ev kuştina bavê wî çi bandorê li Dostoyevskî dike, lê bêguman şop û pirêzên van tevgerên bavê wî di berhemên wî de xuya dikin.[9]

Salên destpêkê biguhêre

Di sala 1843an de xwendingehê xelas dike û dibe efser. Weke avahîzanekî leşkerî heta salekî kar dike, dûre dev jê berdide û dikeve pey xeyalên ramanên xwe.[8] Di binê şevsipiyên havîna Petersburgê de dûr û dirêj digere, asimanên gwînvemirî, sî û reşayiya ku ronahiya şevê li ban û dîwarê kuçan û li qeraxên pirên Petersburgê, li ber çavên wî weke pîrebokan in. Reş û spî tevlihev e. Di wersirên van kuçan de Dostoyevskî li pey tîpên tenê ye, xwe di jiyana wan de nîgar dike. Dostoyevskî van xeyalên xwe yên xortaniyê dûre di Şevên Sipî de (1848) û di Dilekî Tenik de dihûne.

 
Berga Merivên Reben

Hîn di dema xwendekariya xwe de li ser romana xwe ya pêşîn dixebite. Piştî ku ji kar vediqete jî car bi car wê dinivisîne û dinêre ku her car jî xweşiktir dibe. Di rojeke bihara paşîna sala 1845an de Merivên Reben jê derdixe. Destnivisa wê ji hevalekî xwe yê kevn û efser î bi navê Grîgorovîç re dixwîne. Ev berhema pir bi Grîgorovîç xweş tê, wê şevê destnivisê digire û diçe li ba Nekrasov. Ew û Nekrasov dor bi dor ji hev re bi deng dixwînin û di xwendina rûpela dawîn de hêsir bi çavên herduyan jî dikeve. Berê xwe didine mala Dostoyevskî, wî ji xew radikin, Nekrasov wî hemêz dike, pîrozbayî û serketinê lê dike. Ev yeka bandoreke wiha li Nekrasov dike ku ji vê dilpekiya xwe destnivisa Merivên Reben digire û rasterast berê xwe dide ba rexnegirê wê demê Belînskî. Belînskî dixwine û ji bandora Merivên Reben nafilite. «Gogolekî nû bi ruyê Rûsyayê dikeve.» dibêje û dixwaze tavilê Dostoyevskî bibîne. Lê Belînskî bi pesn û dostaniya xwe, şermokiya Dostoyevskî ji ser radike û Dostoyevskî wê şevê bi sermestî û dilekî xweş vedigere malê. Li rojnivîska xwe dinivisîne ku ji bextiyartirîn demên jiyana wî yek jî ev dema ha bûye.[3]

Belînskî û kesên li dor ateîzma wî, kêfxweş dibin ku ji bo tekoşîna wan hevalekî din peyda bû.[8] Lê dûre bi derketina berhema wî ya Wekhev (1846) dide xuyakirin ku Dostoyevskî li ser vatiniya huner bi awakî din difikire û bi xwe jî merivekî humanîst e. Hiş û aqilê wî li ser duduliya meriv, di navbeyna rastî û fantaziyê de bi êşeke giran diqepije. Lê pesnên ku Belînskî li ser Merivên Reben ji bo Dostoyevskî dabû, têra wî dike ku ew jî beşdarî civînên salonên wêjeyî bibe, pîrozbahî lê bibarin û navûdengê wî were gotin. Tê gotinê ku Dostoyevskî ji vî navûdengê xwe sermest, qure û pozbilind dibe. Di salonan de bêdeng e û hertim mijûlî xwe ye. Lê dema ku dipeyive jî gelekî ji xwe razî ye û dorê nade kesekî. Ev tevgerên wî nerihetiyê li yên dora xwe peyda dike û bi taybetî jî Turgenyev, wî wek zimandirêjekî naşiyê salonan bi lêv dike. Ev yeka jî di jiyaneke dûrûdirêj de dibe sedemê nexweşiya di navbera wî û Dostoyevskî de. Piştî gelek salan Dostoyevskî di berhema xwe ya bi navê Cinina (1871-72) de, bi niviskar û lehengê xwe î Karmazînov portra Tûrgenyev wek pozbilindekî serjinik nîgar dîke.[10]

Sîyaset û girtina wî biguhêre

Dûre Dostoyevskî ji kesên dor Belînskî vediqete û beşdarî koma Petraşevskiyê utopîst dibeç.[11] Di bin bandora utopîstên fransî û bi taybetî jî ya Fourîr de ye. Her rojên îniyan komeke xort li mala xwe dicivîne ser hev, ji bilî xwendina niviskarên edebî û felsefî, desthilatiya Rûsyayê, sansura çapemeniyê, rewşa xelkê û li ser nûkirina van hemû tiştan tê peyivîn. Peyivînên di van civînan de ji daxwazên xeyalî zêdetir naçe. Ji beşdaran gelekî wan bi awakî naşî û zarokane ji reformên pratîk bêtir, daxwaza bihuştekê dikin ku li Rûsyayê ava bikin. Haya dezgehên polîsên wê demê jî ji vê yekê heye. Ji ber ku ew vê aksiyonê ji xwe re xeteriyeke mezin nabînin, dengê xwe nakin. Lê dîsa jî sîxurekî xwe î bi navê Antonellî dişînin beşdariya van civînan ku raporan berhev bike. Edî Antonellî jî mîna ku yekî ji wan be, di van civînan de carina pêşniyarên reformên pêwîst dike.[4][7][8]

 
Muzexaneya Dostoyevskiyî

Dostoyevskî dinêre ku Petraşevskî mirovek zimandirêj û devsistekî bêkêr e. Ji beşdarên van civînan hevalekî wan î bi navê Speşrov heye ku Dostoyevskî pir bawerî pê heye. Lewra kuştin, mirin û serhildan çavên Speşrov natirsîne û bi her awayî şoreşgerekî dilpêt û dilsoz e. Dostoyevskî pêşniyazê wî dike ku ji pênc şeş dilêrên dilsoz komek biçûk û bi dizî ava bikin ku tew bila haya Petraşevskî û kesên din jî jê nebe. Lê pêre nagêhînin.[4]

Antonellîyê sîxur bi polîsên Çarê wê demê Nîkola I. dide zanîn ku Dostoyevskî di bihara navîna 1849an de nama Belînskî, nameya qedexekirî di civînê de xwendiye.[12] Nameya ku Belînskî di wextekê de ji Gogol re şandiye û tê de rexnên giran lê kiriye ku çima Çar, dêr û koledarî diparêze. Ya rastî, dîtinên Dostoyevskî ne bi rexnên Belînskî re ne. Tenê li ser beşa koledariyê dîtinên wî û Belînskî li hev dikin. Piştî xwendina vê nameyê rapora ku li ser vê kom û xebatên wê berhev dibe, ji Çar Nîkola I. re tê şandinê. Bi fermana Nîkola I. di 23ê bihara navîna 1849an de, tev Dostoyevskî 33 endamên vê komê têne girtin û hemûyan dişînin kela PeterPaulê. Safîkirina karê vê komê heşt mehan dikêşe. Di bin vê çavdêriya polîsên Çar Nîkola I. de ji bo xelasiya hevalên xwe çi ji destê Dostoyevskî tê, ew dike. Tiştê ku Dostoyevskî pê sûcdar dibe ev e ku: «Rexne li sazgehên dewletê kiriye, li hemberî sansur û koledariyê rabestiye, di civînekê de nameya Belînskî xwendiye.»[4][8]

Dostoyevskî di binê çavdêriya polîs de van hemû tiştan jî li xwe datîne û nabêje, na. Di binê çavdêriya polîs de delîl nayêne dîtin ku girtî bi cezayên giran werine arihandin. Di 22ê zivistana pêşîn de girtiyan ji wir dûr dixin û dibin. Ev girtiyên ha wer bawer in ku ew ê wan bişînin Sibîryayê û li bajarê Omskê bi karê zorê werine arihandinê.[8] Lê ew xwe li qada Semyonovskê dibînin û li ber çavên sê çar hezar kesan biryara mirina wan tê xwendinê. Kirasên îdamê li hemû girtiyan dibe, çavên sê kesên pêşîn têne girêdan û bi berepaşî bi singan ve têne şidandin. Leşkerên çekdar li pêş wan cih digirin, lûlên tivingên xwe ber bi wan dirêj dikin û li bendî fermana gulebaranê ne. Ev gav û ev bergeha, bandoreke wusa li Dostoyevskî dike ku heta dawiya jiyana wî jî ew ê her bi wî re bijî û di berhemên wî de werine hûnandin. Lê gulebaranî nabe. Piştî gavekê efserekî fermanê dismalê dileqîne û tê dide zanîn ku Çar Nîkola I. ev girtiyên ha ji mirinê bexişandine û ceza wan daxistiye cezaya karê zorê. Ev jî metodeke çavtirsandinê ye ku bi daxwaza Çar li dar ketiye. Çi dibe bila bibe, lê Dostoyevskî piştî bîst salan ji jina xwe re çêlî bextiyarbûna xwe ya vê gavê dike. Gelek hevalên wî di vê rewşê de xemgîn dikevin û jê yek jî dîn dibe.[4]

Sirgûnî li Omskê biguhêre

Di şilî û şepeliya zivistanê de heta mehekê bi taxûkê riya Omskê dikutin. Dema xwe digihînin zîndana Omskê, ne karmend û ne jî zîndaniyên vir kesek rû nade van girtiyên nû. Di destê de diavêjine zîndanê û derî li ser wan tê girtin. Dostoyevskî li ser pêjnên xwe yên wê demê wiha dibêje: «Mîna ku ez bi saxî keti bim gorê...»[3]

 
Muzexaneya Dostoyevskiyî li Omskê

Zîndaniyên li vir, gundiyên nezan û naşî ne. Dostoyevskî û hevalên wî jî xwende, zana û ji malmezinan in. Ev jî dibe sedem ku di navbera wan de nakokî derkeve. Nakokîyeke gundîtî û naşîyane. Li ser vê yekê Dostoyevskî di namyeke xwe de ji birayê xwe re wiha dinivisîne: «Ku dest bide, ew ê me bixwin. Ne gengaz e ku em xwe li hemberî wan biparêzin. Şev û ro em di nav hev de ne û her tim jî ji me re wiha dibêjin: Hûn malmezin in. Ma we hindik em dan çokirinê. Hûn jî berê wiha bûn û we neheqî li xelkê dikirin. Lê aniha hûn ji me hemûyan jî nizmtir in.»[9]

Sal û demên pêşîn di vê zîndanê de ji bo Dostoyevskî dijwar e. Nexweşiya bawesîrê û kêmbûna zêde ya kîloyan siheta wî xera dike.[13] Her wiha ji bo ku bi zîndaniyan re danûstandinên xwe dayne, nêzîkî wan be û xwe jî mirovekî wekî wan bide naskirinê, çi ji destê w î tê dike. Lê nabe, zîndanî her jê sar in û jê dûr disekinin. Lê sala dawîn ji bo wî parîkî rihetir derbas dibe. Bi kêmanî îcaza xwendina hinek pirtûkan didine wî. Di sala 1854an de, ji rojan rojeke zivistana navîn Dostoyevskî ji zîndanê tê berdan. Sibê zû li hemû selulên zîndanê digere ku xatir ji hevalên xwe bixwaze. Li ser wê gava derketina xwe jî wiha dibêje: «Gelekan destên xwe î hişk û qertûşî dirêjî min kirin. Lê bi rastî jî yên ku destên xwe bi dostanî dirêjî min kirin, gelek kêm bûn. Ji wan gelekan dizanîbûn ku ez ê êdî bibim yekî ji wan ciyê. Dizanîbûn ku li bajêr nasên min hene û dema ji vir derkevim, ez ê biçim ba wan efendiyan û bi wan re weke wan rûnim. Ev yeka ha dizanîbûn û dema xatir ji min dixwestin, bi tevgereke wiha bûn, mîna ku ez efendiyek bim û ne hevalekî wan.»[3][4]

Evîndariya pêşî biguhêre

 
Rolyefa ber malê Dostoyevskiyî

Derketina Dostoyevskî hîn jî nayê wê wateyê ku ew ê bi her awayî serbest bibe û dest bi nivisandin û weşandina berhemên xwe bike. Li Omskê bi qasî du heftan li ba hevalekî xwe dimîne û dûre wî dişînin Semîpalatînskê garnîzona siwarî[4]. Piştî mirina Çar Nîkola I. (1855) tîrêjên hêviyên azadiyê li Dostoyevskî xuya dibin û bi xêra nas û dostên xwe yên karmend li vir dest bi nivisarên xwe yên edebî dike. Xewna Apo (1859) û Gundê Stepançîkovo û Şêniyên Wir (1859) dinivisîne, dişîne Rûsyayê lê çapa van berheman bala kesekî nakêşîne û heta derekê meriv dikane bibêje ku Dostoyevskî ji bîr bûye. Û dîsa li ser notên berhema xwe ya bi navê Bîranînên Ji Mala Mirîyan (1860-62) kar dike.[14][15] Û evîna wî ya pêşîn jî li vir dest pê dike. Li vir hevnasiya wî û Mariya Dimîtrîyevna îsayevayê çêdibe. Mariya bîst û şeş salî ye û jina alkolîkekî ye. Piştî ku mêrê Mariyayê dimire, Dostoyevskî pêşniyaza zewacê li wê dike. Lê Mariya pê dide zanîn ku ew evîndarê mamosteyekî ciwan bûye û nikane biryara xwe bide. Bi alîkariya hevalekî xwe î kevn Dostoyevskî apoleta efseriyê digire, rewşa wî ya aborî xweş dibe û vê pêşniyaza xwe ya zewacê ji Mariyayê re dubare dike. Her wiha di sala 1857an de bi Mariyayê re dizewice. Lê bextiyariya ku tê payînê ji wan dûr e. Mariya bi xwe nikane, bi xwî û ramanên xwe yên nexweş, wî dêşîne, diqehirîne û dilê wî dişikênîne. Wekî din jî nexweşiya jana zirav li Mariyayê diyar e û hêdî hêdî gwînvemirî dibe û jar dikeve. Di sala 1864an de jî dimire.[13]

Vegera wî ya Petersburgê biguhêre

Di sala 1858an de daxwaznameyekê ji ciyê pêwîst re bi rê dike ku ji karê leşkeriyê veqete. Di sala 1859an de bersiva vê daxwaznama wî tê ku destûra vegera -wî ya Petersbûrgê tuneye. Lê dikane biçe Tverê. Dostoyevskî li Tverê jî ji Çar û generalan re daxwaznameyên vegera Petersburgê dişîne.[14] Di dawiya dawîn de ev daxwaza wî bi cih tê û di sala 1860an de li Petersbûrgê ye. Bi vegera xwe re tev birayên xwe, bi navê Vremyayê kovarekê diweşînin.[16]

 
2 rûbleya ku ji bo xatirê salvegera mirinê ya 175. a Dostoyevkiyê hatiye belavkirin

Di havîna sala 1862an de Dostoyevskî cara pêşîn derdikeve dûrgeşteke Ewrûpayê. Di Almanyayê re derbasî Îngilîstanê dibe, li Fransa, Swîsre, Îtalya û Awusturyayê digere. Piştî vê dûrgeşta xwe, li ser dîtinên xwe yên li ser entelektuelên rûsan serê Dostoyevskî zelal dibe. Li gor têgêhîştina wî, ew ê ji bo Rûsyayê malxirabiyeke mezin be ku mirov bide ser riya nimûneya welatên Ewrûpayê. Ji ber nivisareke kovara Vremya qedexe dibe. Vê carê jî bi navê Epoxayê dest bi weşandina kovareke din dikin.[15] Lê ramanên wî, daxwaz û ramanên rewşenbîrên dema wê rojê, rewşa welêt, qedexebûna kovarê[17] û derxistina vê kovara nû, hemû jî alozî ne. Ji bilî van aloziyan, wek ku berê jî hati bû gotin jina wî di vê demê de dimire û piştî du mehan jî birayê wî dimire.[4][15]

Evîndariya duyem biguhêre

Evîneke nû bi Dostoyevskî ve xuya dibe. Bi navê Appolinarya Suslovayê keçeke ciwan û xwendekar, li Petersburgê şevekê beşdarî civînekê dibe ku li wir Dostoyevskî çêlî bîranînên xwe yên zîndanê dike. Li wir xwîna Suslovayê li Dostoyevskî dikele, dilê wê dikeve vî mêrikê ku bîst salan jê mezintir û pêwendiyên wan germ dibe. Lê gelek nabihure dilsarî li Suslovayê peyda dibe. Bi hev re biryara dûrgeşteke Ewrûpayê digirin. Lê Dostoyevskî di wê wexta diyarkirî de nikane bi Suslovayê re biçe. Dema ku Dostoyevskî tê Parîsê, Suslova pê dide zanîn ku ew dildarê yekî Amerîkalatînî bûye. Dostoyevskî gelekî ji Suslovayê hez dike û evîndarê wê bûye[3]. Li ber wê digere ku ew ji nû ve pêwendiyên xwe xweş bikin. Lê Suslova her tim neheqiyê lê dike û wî piçûk dixîne. Û Dostoyevskî hîn jî evîndarê wê ye. Dostoyevskî dûre vê keçikê bi navê Polînayê di berhema xwe ya Qumarbaz (1866) de, bi navê Nastasîya Flîppovnayê di Îdîot (1869) de û bi navê Grûşenkayê jî di Birayên Karamazov (1879-80) de dide xuyakirinê.[4][15]

Zewaca duyem û mirin biguhêre

 
Gorê Dostoyevskiyî

Ji romanên xwe yên mezin Dostoyevskî li ber nivisandina Sûc û Cezayê (1866) rûdine û dinivisîne.[18][19] Di demeke teng û dijwar de ye. Ev dijwarî ji tunebûna peran, nerihetbûna ji deyndaran e. Ji ber destengiya xwe peymanek bi weşangerekî re çêkiriye ku ew ê di wexteke diyarkirî de paknivisa romaneke xwe bide wî. An ne, weşanger ê li ser wan hemû berhemên wî rûne yên ku wî heta niha nivisandiye. Heta mehekê beriya peymana wan Dostoyevskî rêzikek jî nenivisandiye. Dûre bi alîkariya nasekî xwe, ji xwendingeha stenografiyê bi navê Anna Snîtkînayê keçeke jîr û bîstsale bangî nivisandinê dikin.[4] Piştî bîst û şeş rojan paknivisa romana Qumarbaz amade dibe.[20] Di dema karê vê berhemê de bala Dostoyevskî her li ser vê keçika jîr û şêrîn e. Dûre pêşniyaza zewacê li wê dike, bersiveke erê digire û piştî du mehan jî bi hev re dizewicin. Her wiha Anna Snîtkîna dibe sermiyan û bermaliya Dostoyevskî. Di salên pey re Dostoyevskî gelek peran di lîstikan de winda dike, rewşa wan xirab dibe, heta tiştên xwe yên dawîn jî bi girûganî datînin; lê dîsa jî ev jinika ciwan, serastiya rêkûpêkiya malê dike, nêzîkî çardeh salan paknivisa gelek berhemên Dostoyevskî ew bi destê xwe dike, dibe stûna mala wî, dayika zarokên wî û di ber re jî her li ser nexweşiya wî ya epîlepsiyê jî li wî xwedî derdikeve.[13]

Di dawiya jiyana xwe de Dostoyevskî tevayiyê hiş, hêz û wexta xwe dide ser nivisandina berhema xwe ya Birayên Karamazov ku tiştekî wiha derkeve. Lê hîn di ser çap û weşandina wê re salek derbas nebûye, Dostoyevskî dimire (1881).[4][21]

Berhemên wî biguhêre

Roman biguhêre

  • 1846: Merivên Reben — (Бедные люди, Bednye lyudi)
  • 1849: Nêtoçka Nêzvanova — (Неточка Незванова, Nêtoçka Nêzvanova)
  • 1861: Rûreşkirî û çixandî — (Униженные и оскорбленные, Unizhennye i oskorblennye)
  • 1862: Bîrnameyên ji mala mirî — (Записки из мертвого дома, Zapiski iz mertvogo doma)
  • 1864: Bîrnameyên ji binerdê — (Записки из подполья, Zapiski iz podpolya)
  • 1866: Sûc û ceza — (Преступление и наказание, Prestuplenie i nakazanie)
  • 1867: Lîstikvan — (Игрок, Igrok)
  • 1869: Îdîot — (Идиот, Idiot)
  • 1872: Cinan — (Бесы, Besy)
  • 1875: Nûciwan — (Подросток, Podrostok)
  • 1881: Birayên Karamazov — (Братья Карамазовы, Bratya Karamazovy)

Çîrok û kurteçîrok biguhêre

  • 1846: Cêwî — (Двойник. Петербургская поэма, Dvojnik )
  • 1847: Roman bi neh nameyan — (Роман в девяти письмах, Roman v devyati pis'mah)
  • 1847: Kek Proxaçîn — (Господин Прохарчин, Gospodin Prokharchin)
  • 1847: Kevanî — (Хозяйка, Hozyajka)
  • 1848: Polzûnkov — (Ползунков, Polzunkov)
  • 1848: Dilikê sivik — (Слабое сердце, Slaboe serdze)
  • 1848: Jina kesekî û mêr binê nivîna — (Чужая жена и муж под кроватью, Chuzhaya zhena i muzh pod krovat'yu)
  • 1848: Diziya dilpak — (Честный вор, Chestnyj vor)
  • 1848: Kaj û dewat — (Елка и свадьба, Elka i svad'ba)
  • 1848: Şevên Spî — (Белые ночи, Belye nochi)
  • 1857: Gernasê biçûk — (Маленький герой, Malen'kij geroj)
  • 1859: Xewna apo — (Дядюшкин сон, Dyadyushkin son)
  • 1859: Gundê Stêpançîkovo û şêniyên vî — (Село Степанчиково и его обитатели, Selo Stepanchikovo i ego obitateli)
  • 1862: Henekekî pîs — (Скверный анекдот, Skvernyj anekdot)
  • 1865: Sîsemar — (Крокодил, Krokodil)
  • 1870: Mêrek heta-hetayî — (Вечный муж, Vechnyj muzh)
  • 1873: Bobok — (Бобок, Bobok)
  • 1876: Nazok — (Кроткая, Krotkaja)
  • 1876: Zilamek Marêy — (Мужик Марей, Muzhik Marej)
  • 1876: Kurek li ser kaja Îsayê Mesîh — (Мальчик у Христа на елке, Mal'chik u Hrista na elke)
  • 1877: Xewna mirovek henekçî — (Сон смешного человека, Son smeshnogo cheloveka)

Di kurdî de Dostoyevskî biguhêre

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Gotara "Fyodor Dostoyevsky" li "Encyclopædia Britannica"yê
  2. ^ Scanlan, James Patrick (2002). Dostoevsky the Thinker: A Philosophical Study. Cornell University Press. ISBN 978-0-8014-3994-0.
  3. ^ a b c d e Merivên Reben, Dostoyevski, Weşanên Welat, werger: Hesenê Metê, Stockholm l991. ISBN 91-971254-8-2
  4. ^ a b c d e f g h i j k l m n Kjetsaa, Geir (1989). Fyodor Dostoyevsky: A Writer's Life. Fawcett Columbine. ISBN 978-0-449-903346.
  5. ^ Bloom, Harold (2004). Fyodor Dostoevsky. Infobase Publishing. ISBN 978-0-7910-8117-4.
  6. ^ Terras, Victor (1985). Handbook of Russian Literature. Yale University Press. p. 102. ISBN 978-0-300-04868-1.
  7. ^ a b Mochulsky, Konstantin (1967) [1967]. Dostoevsky: His Life and Work. Minihan, Michael A. (translator). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-01299-5.
  8. ^ a b c d e f Frank, Joseph (1979) [1976]. Dostoevsky: The Seeds of Revolt, 1821–1849. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-01355-8.
  9. ^ a b Lantz, Kenneth A. (2004). The Dostoevsky Encyclopedia. Greenwood Publishing Group. ISBN 978-0-313-30384-5.
  10. ^ Moss, Walter G. (2002). Russia in the Age of Alexander II, Tolstoy and Dostoevsky. Anthem Press. pp. 128–33. ISBN 978-0-85728-763-2.
  11. ^ Mochulsky, Konstantin (1967) [1967]. Dostoevsky: His Life and Work. Minihan, Michael A. (translator). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-01299-5.
  12. ^ Belinsky, Vissarion (1847). Letter to Gogol. Documents in Russian History, Seton Hall University. Retrieved 27 December 2017.
  13. ^ a b c Sekirin, Peter, ed. (1997). The Dostoevsky Archive: Firsthand Accounts of the Novelist from Contemporaries' Memoirs and Rare Periodicals, Most Translated Into English for the First Time, with a Detailed Lifetime Chronology and Annotated Bibliography. McFarland. ISBN 978-0-7864-0264-9.
  14. ^ a b Frank, Joseph (1987) [1983]. Dostoevsky: The Years of Ordeal, 1850–1859. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-01422-7.
  15. ^ a b c d Frank, Joseph (1988) [1986]. Dostoevsky: The Stir of Liberation, 1860–1865. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-01452-4.
  16. ^ Joseph Frank, Introduction to The House of the Dead and Poor Folk, Barnes and Noble, 2004
  17. ^ Introduction to Letters of Fyodor Mikhailovitch Dostoevsky to his Family and Friends, Macmillan, NY, 1917.
  18. ^ Frank, Joseph (2009). Dostoevsky: A Writer in His Time. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-12819-1
  19. ^ Leatherbarrow, William J (2002). The Cambridge Companion to Dostoevskii. Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-65473-9.
  20. ^ Frank, Joseph (1997) [1995]. Dostoevsky: The Miraculous Years, 1865–1871. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-01587-3.
  21. ^ Frank, Joseph (2003) [2002]. Dostoevsky: The Mantle of the Prophet, 1871–1881. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-11569-6.