Frans Eemil Sillanpää

Nivîskar

Frans Eemil Sillanpää ˈfrɑns ˈɛːmil ˈsilːɑnpæː (jdb. 16ê îlonê 1888 li Hämeenkyrö; m. 3ê hezîranê 1964 li Helsinki) nivîskarekî Fînlandî bû. Sala 1939î de guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hatiye dîtin.

Frans Eemil Sillanpää

Li ser zanînên xwezayê perwerde dîtiye. Bi salan berpirsiyariya weşanxaneyekê kiriye. Gorî gelek rexnegeran pênûsa wî ne ewçend biber lê xwedî şîrovekirine derûnî yî bêhempa bû. Ew di wêjeya Fînlandî de cihekê mezin dadigire.

Berhem biguhêre

  • Elämä ja aurinko (1916)
  • Hiltu ja Ragnar (1923)
  • Hurskas kurjuus (1919)
  • Miehen tie (1932)