Florence Nightingale

Nûsazîparêza civakî, îstatîstîkzan û avakera hemşîretiya nûjen a îngilîz

Florence Nightingale (jdb. 12ê gulanê 1820 li Florenz, Îtalî; m. 13ê tebaxê 1910 li London, Brîtanya) yek ji xûşkejînên (hemşîre) navdar ên ku wekî pîşe, hemşîretî bipêşxistiye ye.

Florence Nightingale

Nightingale wekî mezina xûşkejînan tê zanîn, lewra wê wekî pîşe, peywirdarî û kar xizmetên mezin kirine. Wê karê xûşkejinan kivşe kiriye û ew ji berdestiya bijîşkan azad kiriye. Dîsa felsefeya xûşkejiniyê aniye ser prînsîbên mirovane yên bijîşkiyê û ji bandora olan veqetandiye.

Ew wekî avakerê xûşkejîniya nûjen tê bibîranîn.