Firat Cewerî

nivîskarê kurd

Firat Cewerî (jdb. 1959 li gundê Belfîsê, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û wergêrekî kurd e.

Firat Cewerî
Jidayikbûn1959
Balfisê, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn
PîşeNivîskar, wergêr
Zimanê nivîsinêkurdî
NeteweKurd
Xelat
  • Akademiya Swêdî, Wergera edebiyata swêdî bo kurdiyê (2018)[1]
  • Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê, Qelema Zêrîn (2020)[2]
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê li ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Mêrdînê hatiye dinyayê.[3] Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû. Piştî wê bi demekê Ciwarî ji bo kar çûye Îzmîrê. Çûyîna wî ya Îzmîrê bû guhertina jiyana wî, nihêrîna welathezî li wir jê re çêbû.[4] Di navbera 1978 û 1980î de Cewerî serokê komeleya Xortên Şoreşger ên Demokrat bû û piştî Darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î diviya koçberî Swêdê bike û heta niha jî li Swêdê dimîne.[5]

Firat Cewerî, zimanê kurdî û kovara Nûdem biguhêre

Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzîkî deh pirtûkan nivîsîne û deh–donzdeh pirtûk jî wergerandine zimanê kurdî. Her wisa pirtûkên wî jî ji bo zimanên dî hatine wergerandin. Pirtûka bi navê Kevoka Spî bi farisî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.

Firat Cewerî li 24ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa Swêdê ye.

Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn.

Kitêbên Firat Cewerî biguhêre

Wergerên Firat Cewerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Radio, Sveriges (29 hezîran 2018). "Akademiya Swêdî Firat Cewerî xelat kir - Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê". sverigesradio.se. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Firat Cewerî: Ev xelat wek mizgîniya rakirina sînoran e". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. 6 adar 2020. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.
  4. ^ Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.
  5. ^ Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.

Girêdanên Derve biguhêre