Fatîhe

Sûreyek Quranê
(Ji Fatihe hat beralîkirin)

Fatîhe an jî sûreya destpêkirinê (an vekirinê) (bi erebî: لْفَاتِحَة‎‎, al-Fātiḥah) sûreya yekê ya Quranê ye. Li bajarê Mekeyê de dahatiye û ji 7 ayetan pêda dibe. Hemû bingehên Quranê bi kurtayî li sûreya Fatihê da derbaz dibin. Wekî hebûna Xwedê ku yê tenê layiqê met bûnê ye, hêz û dilovaniya wî, xudiyê hemû tistan, perestin tenê ji wî ra dibe û alikarî tenê ji wî tê xwestin. Ji ber vî yêkê ayeta Fatihê li jiyana misilmanan da duaya herî pîroz e.

Fatîhe
لْفَاتِحَة‎, al-Fātiḥah
Fatîhe
Agahiyên giştî
Hijmara sûreyê1
Hijmara peyvan29
Hijmara tîpan139
Rêz
Sûreya bêÇêlek (2em)
biguhêreBelge
ٱلۡفَاتِحَةِ

Fatihe bi kurmancî biguhêre

Sûreyê Fatîhe

Li Mekkihê daketiye. Heft ayet e.

  1. Bi Navê Xwedê yê Mihrîvanê Dilovîn.
  2. Hemd û spasî ji Xwedê Te'ala rê bê ku ew perwerdegarê valagehe ye.
  3. Ew Mihrîvan e ji bo hemî mirovan, Ew Dilovîn e ji bo mu’minan.
  4. Ew Xwediyê roja bersê ye.
  5. Xwedêda yê me Em her ji bo te tenê perestîşê dikin û em her ji te tenê arîkariyê dixwazin.
  6. Xwedê yê me Tû berê me bide reya rast û dirûst;
  7. Rêya wan kesên ku te qencî û dilşadî dayî wan, ne reya wan kesên ku xezeb li wan bû yê û ne reya wan kesên ku reya maf winda kirîn.

(Amîn!) [1]

Mijarên têkildar biguhêre

Wateya Sûreyê biguhêre

1 Sureya FATÎHE an Ferkera DESTPÊK

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Meala Kurdî", qelemakurdi.com, ji orîjînalê di 27 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 adar 2013