Ethernet standartek ji bo Tora-lokal e, ji alîye Xerox, Digital û Intel di sala 1973-76 de bi destnîşana Bob Metcalfe hatîye afirandin. çeşîdek Tora-lokal ku îroj herî pir te bikaranîn. Ethernet ji topolojiya Bus an jî Star îstifededike û zemîna xwe de metodek gihiştine bikartîne (access-metod) CSMA/CD (Carrier Sense Multiple Access/Collision Detection). Ew jî te maneya ku her nodek di tore de "guhdarî" xeta tore dike û heger xet ne meşgûlbe destpêkirina dane (data) dike. Vekîdi heger du node bi hevre li ser eynî xetê dane bişînin vî çaxî "collision" lihevketin derdikeve, çaxe ku lihevketinek derket, herdû alî disekinin û demek rasthatî dîsa dicerbînin.

Dataye ku li ser Ethernet tên şandin jihev tên parçekirin û dibin çerçîfe (frame). Mezinbûna her çerçîfe neqeba 64 û 1518 bytê û ji van 46 û 1500 byte daneye ku be şandin bixweye.

Ethernet bingeha spesifikasyonê IEEE 802.3 hatîye standartkirin û gelek lêzen cûdayî mevcûde 10 û 100 Mbps îroj herî pir te bikaranîn, lê Gigabit Ethernet jî hene, li ser versiyonen 10 û 100 Gbps te xebatkirin. piranîyen spesifikasyonen îroj bi bingeha 10Base-T ye.

Têbinî: Bi rastî ez gelekî li ser Ethernet sekinîm û xwest navekî je re bi kurdî bibînim, le mixabin navek hêsan ku li Ethernet û Local network minasib peydenekir.

Girêdanên derve biguhêre