Erxewan, anku Arxawun, an jî Tahir[2] (bi tirkî: Arguvan) yek ji navçeyên Melediyê ye. Nehiyek, şaredariyek, 46 gund, 4 tax û 73 mezre bi navçeyê ve girêdayî ne. Ew 64 km ji Melediyê dûr e. Firehiya erdê navçeyê 1.037 km² ye. Hejmara niştecihên navendê 2.730 (sal: 2000)[çavkanî hewce ye] û bi giştî jî 10.600 e. Şik heye ku hejmar zêdetir be. Lewra li herêmê gelek kesên ku kitim (netomarkirî) in hene.[çavkanî hewce ye] Dûgela Tirk gorî polîtîkaya xwe ya pişavtina kurdan, hemî stran û awazên kurdî yên herêmî wergerandine zimanê tirkî. Bi navê "Stranên Arguvanê" dizîn û firotina çanda kurdan berdewam e. Gelê herêmê bi zaraveyê kurmancî û tirkî diaxivin. Ji aliyê olî ve elewî û sunî ne.

Navçeya Melediyê
Arguvan
Navçeya Melediyê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Melediyê
Navçeya Melediyê
Koordînat: 38°46′54″Bk 38°15′46″Rh / 38.78167°Bk 38.26278°Rh / 38.78167; 38.26278
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMeledî
SerbajarErxewan
Hejmara nahiyeyan2 nahiye
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan45 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.037 km2 (400 sq mi)
Bilindahî
1.175 m (3855 ft)
Nifûs
 (2009)
8.549 [1]
 • Berbelavî8,24/km2 (21,3/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
1.941
Koda postayê
44960
Koda telefonê(+90) 422
Map
biguhêreBelge

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ Köylerimizin adlari, 1928

Girêdanên derve biguhêre

Gundên Erxewanê Girêdana arşîvê 2017-08-06 li ser Wayback Machine