Erdîş

Li Wanê navçeyek

Erdîş (bi tirkî: Erciş) yek ji navçeyên Wanê ye. Navbera Erdîş û Wanê 100 Km ye. Aliyê navçê yê bakûr, Tepeyê Zernakol wekî milekî hemêz kiriye. Li aliyê navçeyê başûr Gola Wanê cîh digire. Li aliyê rojavayê navçê, ji Geliyê Zîlan Çemê Zîlanê berbi Gola Wanê diherike. Beriya Serhildanên Agirî girêdayî bajarê Agirî bû, piştî têk çûyîna kurdên Agirî, navçe ji wanê ve hate girêdan Rûber 2.115km² ye. Hejmara niştecihên navendê 78.397 û bi giştî jî 145.229 e. 2 nehiye 85 gund û 39 mezre girêdayî navçeyê ne. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî bazirganî jî pêşketiye. Mezintirîn navçeya Wanê ye.

Erdîş
Erciş
Bajarê Erdîşê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Wan (parêzgeh)
Serbajar Erdîş

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 85 gund

Gelhe (2008) 154.499[1] kes
Rûerd 2.115 km2
Berbelavî 73 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 73.733 kes
Koordînat 39°1′44″Bk 43°21′33″Rh / 39.02889°Bk 43.35917°Rh / 39.02889; 43.35917
Bilindayî 1.690 m
Koda postayê 65400
Koda telefonê (+90) 432
Erdîş li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdîş
Erdîş
Erdîş (Tirkiye)

Di qeydên dîrokî de wekî Erdîş, Ardaş, Arzaş, Arzaşkû derbasdibe. Gel ji Kurdan pêk tê. Herwekî hin koçberên ku dewleta Tirk bicihkirine jî henin.

Li gor lêkolîner Kerem Serhedî navê navçeyê ji Erdeşêrê kurê Babik tê, ku li wir Kela Zirnekolê heye.

Li navçeyê Keleha Aganîs jî hebûye, keleheke biçûk bûye, cihê ermenan bûye. Lê li gor Kerem Serhedî ew der jî di nav Gola Wanê de maye.

Li navçeyê Geliyê Zîlan bi navê Şarê Baz gundek heye, ji aliyê Bazê kurê Dostik ve hatiye avakirin. Ewliya Çelebî di seyahatnameya xwe de behsa medrese, mizgeft û hemamên wê dike. Niha gund e.

Doxançî

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre