Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyeyê Dijîn

Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyeyê Dijîn an jî Enstîtuya Zimanên Jiyayî li Tirkiyeyê (navê wê yê fermî bi tirkî: Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü) enstîtuya çand û zimanên kurdî, suryanî û erebî ya Zanîngeha Mêrdînê ye. Di roja 1ê kanûna pêşîn a 2009an de hatiye sazkirin. Navê enstîtuyê bi kurdî carina bi çewtî wek Enstîtuya Zimanên Dijîn an Enstîtuya Zimanên Zindî dihê nivîsandin.

Rêveberên akademîk û îdarî yên Enstîtuyê (2010) biguhêre

  • Midurê Enstîtuyê: Prof. Dr. Kadri Yildirim
  • Alîkarê midurê Enstîtuyê: Alîk. Doç. Dr. Hayrallah Acar
  • Alîkarê midurê Enstîtuyê: Alîk. Doç. Dr. Abdurrahman Adak
  • Sekreterê Enstîtuyê: Tahir Demir

Lijneya rêberiyê ya Enstîtuyê (2010) biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

http://artuklu.edu.tr