Endezyariya avahiyê yekem endezyariya ye. Berî her tiştî pêdiviya mirovan bi malan(xanî) heye loma pêşî Endezyariya Avahiyê derketîye holê. Mal, pir, , Avayî(Avahî), çihên avê û hwd. evana tev bi destê Endezyarên Avahiyê çêdibe. Esasê vê başê endezyarîyeke ku malzeme û teknîkê herî baş tîne ber hev û bi vî hawî avahiyan çêdike. Pêre jî bi plan, proje, çêkirin û venihêrtina(control) avahiyan re mijûl dibe. Bingeha şaristaniyê bi destê Endezyarên Avahiyê hatîye avêtin. Ji ber vê yekê jêre “Dayika Endezyarîyê” anjî “Endezyariya Şaristaniyê” tê gotin. Di zimanê Îngilîzî de “Civil Engineering” e.

Barûyên Cêwî yên Petronas

Çend Kar biguhêre

  • Tevahî avahiyên bin erd, ser erd û fezayê.
  • Di bajar bûnê de avahiyên bin erd, pir, papûr, lend(tûnel), rêhesin(xeta tirenê), balafirgeh(sekan), sekana keçtîyan
  • Peydekirin û belakirina avê, cihên serebê, navendên zelalkirina avê, raxistina lûleyên avê
  • Hilberana enerjîy(vejen, wize)a karebayê, ji bo avdaniyê û ji bo parêzgehên li hember felaketên xwezayî bendav(sukur) û gol
  • Analîza xesarên(befiriçûn) di avahiyan de, saz kirin û zeximandin

Endezyarên Avahiyê, hesabên(sêwir û dîzayn) sîstema balbir ê avahiya dike(hesabên sekan). Li gora van hesaban giraniya eksê(sirnî), kêranên(kolon) li gora malzemeyên tên şixulandin, beşt(kîrîş), pîvane û bi firehî re (ji bo beton) tîrbûnî ya techîzat, (ji bo avahiyên çelîk) cûreya profîl tê jibartin.

Girêdanên derve biguhêre