Emilia Clarke

lîstikvaneke îngilîz

Emilia Clarke (jdb. 23ê îlona 1986an li London, Îngilistan) lîstikvaneke îngilîz e. Emilia Clarke bi rola xwe ya bi navê Daenerys Targaryen a di rêzefîlma HBO ya xeyalî Game of Thrones (2011–2019) de tê zanîn ku ji bo bi vê rolê ji bo çar Xelatên Primetime Emmy wekê berbijar hatiye hilbijartin. Di heman demê de bi rola xwe di fîlma Star Wars Solo: A Star Wars Story (2018) û dramayên romantîk Me Before You (2016) û Last Christmas (2019) hatiye naskirin.

Emilia Clarke
Emilia Clarke (2023)
Jidayikbûn
Emilia Isobel Euphemia Rose Clarke Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

23ê îlona 1986an (37 salî)
EsilÎngilîz
HevwelatîKeyaniya Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Drama Centre London (–2009)
  • Rye St Antony School
  • St Edward's School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeAktrîs
Salên çalak2009—niha
Xebat
Xelat
  • Member of the Order of the British Empire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Emilia Isobel Euphemia Rose Clarke di 23ê cotmeha sala 1986an de li Londonê ji dayik bûye û li Oxfordshire mezin bûye.[1][2] Bavê wê Peter Clarke endezyarek dengê şanoyê bû ku ji bajarê Wolverhamptonê bû.[3] Dayika wê Jennifer, karsazeke bû ku ji sala 2020an vir ve cîgirê serokê kirrûbirrê ya li pargîdaniyek şêwirmendiyê ya rêveberiya gerdûnî ye. Birayekî wê yê mezinê bi navê Bennett heye ku di pîşesaziya şahiyê de dixebite.[4][5]

Clarke di sê saliya xwe de piştî dîtina hilberînek muzîka Show Boat bi lîstikvaniyê re eleqedar dibe.[6] Dema ku ew di temenê deh saliya xwe de bû bavê wê Clarke ji bo The Goodbye Girl ku muzîkaleke ji aliyê Neil Simon ve tê lidarxistin dibe şanoya West Endê.[1]

Clarke hem li Dibistana Rye St Antony li Headington û hem jî li Dibistana St Edward a Oxfordê ku wê di sala 2005an de dest ji perwerdehiya berda bû perwerdehiya taybet wergirtiye.[7] Di hevpeyivîneke di sala 2016an de ku bi Time Out re kiriye, wê gotiye "Ez diçûm dibistanên şevînî yên luks lê ez ne ew keça luks bûm." [8] Wê her weha diyar kir ku piraniya kesên li dibistana konseya wê ya li Oxfordê ji paşerojên mihafezekar bûn ku tê vê wateyê ku ew û hinek hevalên wê pir caran xwe wekî kesek xerîb hîs kirine.[9]

Piştî qedandina perwerdehiya xwe Clarke serî li Akademiya Qraliyetê ya Hunera Dramatîk, Akademiya Muzîk û Hunera Dramatîk a Londonê û Dibistana Muzîk û Drama Guildhall dide lê serlêdan neserkevtî dimîne. Berî ku li Drama Center Londonê xwe qeyd bike dixebite û rêwîtiyan dike. Di sala 2009an de perwerdehiya xwe yê li Drama Center Londonê xilas dike.[10][11]

Fîlmografî biguhêre

Fîlm biguhêre

Sal Nav Rol Nîşe
2009 Lisa's Story Lisa Ji bo kurtefîlma Samaritans
2012 Shackled Malu Kurtefîlm
Spike Island Sally Harris
2013 Dom Hemingway Evelyn Hemingway
2015 Terminator Genisys Sarah Connor
2016 Me Before You Louisa Clark
2017 Voice from the Stone Verena
2018 Solo: A Star Wars Story Qi'ra
Leading Lady Parts Herself Kurtefîlm
2019 Above Suspicion Susan Smith
Last Christmas Katarina "Kate" Andrich
2022 The Amazing Maurice Malicia
2023 The Pod Generation Rachel Derhêner, çêker
TBA An Ideal Wife Constance Lloyd

Televîzyon biguhêre

Sal Nav Rol Nîşe
2009 Doctors Saskia Mayer Beş: "Empty Nest"
2010 Triassic Attack Savannah Roundtree Fîlmê televizyonê
2011–2019 Game of Thrones Daenerys Targaryen Rola sereke; 62 Beş
2013 Futurama Marianne Rola dengê; beş: "Stench and Stenchibility"
2016 Robot Chicken Bridget Rola dengê; beş: "Joel Hurwitz Returns"
2017 Animals Lumpy Rola dengê; Beş: "Rats."
2017 Thunderbirds Are Go Doyle Rola dengê; Beş: "Rigged for Disaster"
2019 Saturday Night Live Herself Beş: "Kit Harington / Sara Bareilles"
2023 Secret Invasion G'iah Rola sereke; 6 Beş

Dîskografî biguhêre

Sal Muzîkên fîlman/Albûm Sitran
2013 Dom Hemingway Fisherman's Blues

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Clarke, Emilia (21 adar 2019). "Emilia Clarke, of "Game of Thrones," on Surviving Two Life-Threatening Aneurysms". The New Yorker (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0028-792X. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  2. ^ "Celebrity birthdays for the week of Oct. 21-27". AP News (bi îngilîzî). 15 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  3. ^ Nast, Condé (15 hezîran 2015). "The Vogue Interview: Emilia Clarke". British Vogue (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  4. ^ "Emilia Clarke Was Born to Rule". ELLE (bi îngilîziya amerîkî). 26 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  5. ^ "Emilia Clarke Reveals Her Brother Works on 'Game of Thrones,' Makes Filming Love Scenes Awkward | Entertainment Tonight". web.archive.org. 6 gulan 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 gulan 2019. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Magazine Subscriptions | Best Price Guarantee | Magazines Direct". www.magazinesdirect.com. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  7. ^ "St Edward's Oxford - Latest News". web.archive.org. 19 sibat 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 sibat 2011. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Emilia Clarke on 'Me Before You' - interview". Time Out Worldwide (bi îngilîziya brîtanî). 31 gulan 2016. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  9. ^ "Emilia Clarke | Put A Record On, Watch The World Grow — Flaunt Magazine". web.archive.org. 2 çiriya pêşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ Morris, Alex (28 hezîran 2017). "'Game of Thrones': Emilia Clarke, the Queen of Dragons, Tells All". Rolling Stone (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 gulan 2024.
  11. ^ "'Game of Thrones' Star Emilia Clarke on Playing Sarah Connor, Turning Down 'Fifty Shades' and Moving on From Nudity - Hollywood Reporter". web.archive.org. 30 adar 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 adar 2015. Roja gihiştinê 6 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve biguhêre