Elî Teter
Elî Teter Tewfîq Mihemed Emîn (jdb. 15ê çiriya pêşîn 1968 li Nêrwe, Rêkan, Amêdî, Başûrê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Ji meha hezîranê ve parêzgarê Dihokê ye.[1]
Elî Teter | |
---|---|
Jidayikbûn | 15ê çiriya pêşîn a 1968an |
Esil | Kurd |
Pîşe | Siyasetmedar |
Partiya Siyasî | Partiya Demokrat a Kurdistanê |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyana berî û perwerde biguhêre
Teter di malbateke siyasî de hatiye dinyayê û di salên 1970î de tevî malbata xwe di zaroktiya xwe de sirgûnê Îranê bûye.[2] Di sala 1989an de tevlî hêzên rizgariya Kurdistanê dibe û demekê ji aliyê hêzên Îraqî ve tê girtin.[3]Teter bekeloriyos li koleja hunerî - beşa dîrok li Zanîngeha Dihokê wergirtiye û bawernameya masterê di beşa dîroka nû û hevdem de qedandiye û di sala 2008 de doktoraya xwe wergirtiye.[4]
Di sala 2012an de li Zanîngeha Dihokê bû doçent û di sala 2018an de bi pileya tam a profesoriyê hat bilindkirin.[2] Her wiha endamê Lijneya Rêvebir a Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ye.[5]
Kariyera pîşeyî biguhêre
Di navbera salên 2002 û 2011an[2] de Rêveberê Giştî yê Nihênîkariya Parêzgeha Dihokê bû û di nava PDKê de çendîn wezîfeyên xwe girtibû û di sala 2020ê de ji aliyê serokwezîr Mesrûr Barzanî ve weke parêzgarê Dihokê hat destnîşankirin.[6]
Çavkanî biguhêre
- ^ "عەلی تەتەر وەک پارێزگاری دهۆک هەڵبژێردر". speemedia.com (bi soranî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ a b c "Duhok Governorate" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ "Governor Professor. Ali Tatar – The American University of Kurdistan". Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ "علي تتر محافظاً لدهوك خلفاً لفرهاد أتروشي". www.shafaq.com (bi erebî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ "Board of Trustees – The American University of Kurdistan". auk.edu.krd (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.
- ^ Bakr, Mara Jasm. "The War at Home: The Need for Internal Security Sector Reform in Iraqi Kurdistan". Enstîtuya Rojhilata Navîn (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 tebax 2023.