Ekvator an jî hevêrka ekvatorê hevêrkakê xiyaliya dor dinê re di hurd cemsaran heman dûriyê de dizivirî ye. Ew dinê bi Nîvkada Başûr û Nîvkada Bakur dike du paran. Ekvator hêlîpana (paralel) 0° ye û gorî dirêjahiya xwe ya herî mezin e. Dirêjahiya hevêrka ekvadorê 40,075.0 km e

Ekvator wiha derbaz dibe

Roj salê du caran di ser ekvator de di ekînoksa biharê û ekînoksa payizê de derbaz dibe. Di wa rojnan de li ser ekvator tirêjên roj bi 90° têne dinê.

Derên ekvator derbaz dibe bi gelemperî okyanûs in. Ji bo dor ekvator tirêjên roj qiraçên tîk, an jî nezika tîk heldigirin siruştê germa û siruşta ekvatorî tê gotin.

Eger hereketa gerstêrka Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê(Equator) pêkwerin ku dikarin jiyana ser goga Erdê, jiholê rakin.

Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Başûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du cemseran, wekhev in.

Xetta Istiwayê, xwediyê mezintirîn muhîta ser erdê ye û dirêjahiya wê 40070 km e.

Rûbara goga Erdê, li Xetta Istiwayê di šev û rojekê da bi qasî 40000 km, hereket dike. Ew tê wateya ku leza goga Erdê li dora xwe 1670 km/seetekê ye.

Navçeyên nêzîkê Xetta Istiwayê, baştirîn cih jibo çandina Qehwe û Kaoçoyê ne.

Welatên ekvatorî biguhêre

 
Ev lewhe li ser ekvatorê ye, li Kenyayê (Afrîka)

Ekvator li wan 13 welatan re derbaz dibe:

Çi qas navê Gîneya Rojbendî de ekvator derbaz be jî ekvator di wê welatê re derbaz na be.