Biraşka Edeneyê

(Ji Edenekebab hat beralîkirin)

Biraşka Edeneyê an jî kebaba Edeneyê , gelek dişibe biraşka Kerkûkê, heya bigire mirov dikare bêje ew e jî. Jixwe em dizanin kebab li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Îranê derketine û belav bûne. Xwarinên ereb û asûriyan gelek dewlemend in, gelek ji wan derbasê pêjgeha kurd jî bûne.

Biraşka Edeneyê
Welat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bûye marka bêî destûrê hilberîna wê qedexe ye biguhêre

Biraşka Edeneyê ji aliyê Odeya bazirganiyê ya Edeneyê û saziya patentê ya Tirkiyeyê ve wekî marka hatiye naskirin û girtine bin parastinê. Bêî destûra Odeya Bazirganiyê ya Edeneyê kes nikare hilberîna wê bike, qedexe ye.

Ji goştê nêrî û berxan tê çêkirin. Goşt bi kêreke mezin an satorê tê çêtîkirin. Mergeya îsotê, îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor) û dûmê (dûvê mihê) tê amadekirin. Xwê (solin) jî dikeve têkela wê. Ti biharbêhneke (biharat) din nakevê. Ev biraşk (kebab) bi seleteya pîvaza bi simaqê û xiyarê re tê servîskirin.

Divê betan bên girtin, goşt baş bê hûrkirin. Têkel tê strandin, di stûrî 0,5 cm, berayî 3 cm, dirêjî 90-120 cm de li şîşan tên xistin. Tevî şîşan bi qasî 1 katjimêr tên hîştin ku kewa xwe bigire. Bi agirê darberûyê tê pijandin.

Çavkanî biguhêre