Edene (bajar)

Bajarê Tirkiyeyê

Edene (bi tirkî: Adana) bajarekî Tirkiyeyê ye. Di Tirkiyeyê de, yek ji 5 bajarên herî mezin e. Pîvana erda bajêr 14.256 km² ye. Tevahiya nifûsa parêzgehê (gorî hejmêra dawî) 2.125.635 e. Nifûsa navenda parêzgehê (bi tevî 5 navçeyên navendî) 1,747,589 e (2012). Ji navbera rojava û rojhilatê bajarê de Çema Seyhanê diherike.

Edene
Adana Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê, bajarê mezin û bajar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Adana
Edene li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 36°59′17″Bk 35°19′36″Rh / 36.98806°Bk 35.32667°Rh / 36.98806; 35.32667
WelatTirkiye
DewletTirkiye, Împeratoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ParêzgehEdene
Li beşa îdarî
  • edene (1922–)
  • Wîlayeta Edeneyê (1869–1922) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Mîrektiya Edeneyê
  • edene Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî13844 km2 (5345 sq mi)
Bilindahî
23 m (75 ft)
Nifûs
 (2019)
2,237,940
Dem
Koda telefonê0322 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyê01 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperadana.bel.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji rojhilatê heya rojavayê, herêma ku 100 km dirêj e Herêma Bajarên Mezin yên Edene-Mêrsîn e û nêzikî 3 milyon nifûsa wê heremê he ye. Di Tirkiyeyê de, ev herêm herêma metropolîtana herî mezin a çaremîn e û navendekî bazirganî û çandeyariye.

Ev herem alî kanan (madenan) jî pir dewlemend e. Qrom, hesin, manganez, sirb(qurşûn) û tûtya (çînko) di heremê de pir tê dîtîn. Parêzgeha Edenê j'alî çandin jî pir giring e.

Di Çukurovayê de gellek zadên wek; genim, gukberojk, zeytûn, hinar, lazût (garis), narinc(pirteqal, mandarîn, lalengî û lîmon), mûz, kîwî, hawêcan, şekirlewen, kartol, firingî, îsot, kaho(marûl), kelem, pîvaz, soya, riz(birinc), pembû, tirî, fisdeq, maş, xiyar, behîv, zebeş, gindor tên hilberandin. Lê belê, ji nav van zadan yê ku heri giring e pembû ye. Niha avdana van zadan bi avdana dilopî tê çêkirin.

Gelhenasî biguhêre

Li gorî daneyên sala 2019an gelheya bajarê 2,237,940 kes hatiye tomarkirin. Li rojhilatê navenda bajarê hêjmarek girîng Kurd lê dijîn.

Erdnîgarî biguhêre

Bajareke herêma (bi tirkî: çukurova) Deşta Çixwurê ye. Pîvana rûerda bajarê 14.125 km2 ye.

Navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre