Eşûran, aşûran, eşûre şîraniyeke navdar e ku li cîhana Îslamê, Ermenistan, Yewnanistan û Îsraelê tê xwarin. Beriya ola Îslamê jî dihatibûye xwarin û navê wê ji zimanê hebrayî (îbranî) tê. Ji lowî, genim, riz, av, şekir û hin fêkiyan pêk tê. Li ser daxwazê têkela wê dikare bêhtir bê dewlemend kirin.

Eşûran

Gelê cîran Hayiyan (Hayastanî, Ermenî) di pîrozkirinên rojbûyîna pêxember Îsa de çêdikin. Herwiha di serê salê de jî. Eşûrana ermeniyan û ya kurdan yek e. Ango heman awayê ye.

Gorî baweriyên Îslamê, dibêjin piştî tofanê, Nuh pêxember ji berkeliyên ku di destên wî de mane ev xwarin çêkiriye û wisa jî ev xwarin pîroz e.

Lê sedemê çêkirina vê şîraniyê cuda cuda ye. Êzîdî, elewî, kurdên misilman, cihû, yewnanî, ermenî, ereb ûêd ne bi heman armancê vê xwarinê çêdikin.

Gotarên têkildar biguhêre