Doğu Perinçek (jdb. 17ê hezîranê 1942 li Dîlokê, Bakurê Kurdistanê), parêzer û siyasetmedar û nivîskarekî tirk e. Serokê partiya İşçi Partisi ("Partiya Karkeran") a Tirkiyeyê ye.

Doğu Perinçek
2018
Jidayikbûn17 hezîran 1942 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li Enqereyê perwerdeya amadeyî û zanîngehê, beşa zanînên polîtîk dîtiye. Piştî cûntaya leşkerî ya 1961î têkilî bi komên çepgîr û sosyalîstên Tirkiyê re datîne. Ji aliyê hemî koman ve wekî "sîxurê dewletê" tê binavkirin. Heya cûntaya 1980î koma ku bi Perinçek ve girêdayî bû, rojnameyekî bi navê Aydınlık ("Ronahî") diweşandin û di vê rojnameyê de nav û navnîşanên aktîvîstên sosyalîst û çepgîr dihate aşkerakirin. Herçendî Perinçek bi xwe sîxuriya dewletê napejirîne jî hêj jî ji aliyê pirraniya ronakbîrên Tirkiyê ve wekî "ajan" tê binavkirin.

Têkiliyên Perinçek bi tevgerên kurd re biguhêre

Perinçek di destpêka salên 90î de ji nişka ve mafên kurdan parast û di kovara xwe ya navdar a wê demê de agirbestên ku PKKyê îlankirine bo çareseriya "pirsgirêka kurd" girîng dît. Rojname û kovarên PKKyê jî bersiv dan siyaseta Perinçek. Perinçek çû geliyê Bekaa ku wargeheke PKKyê dihate zanîn, bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re hevdîtin pêk anî. Vêhevdîtina xwe wekî pirtûk jî weşand. Di vê pirtûkê de behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd dihate zimên. Ji PKKyê dihate xwestin ku çekên xwe dayne, bi riyên aştiyane têbikoşe. Piştî dîlketina serokê PKKyê Abdullah Öcalan Perinçek dîsa wekî destpêkê ji nişka ve dest bi nerazîbûna xwe li dijî mafên Kurdan anî zimên û PKK wekî "terorîst" binavkir. Perinçek daxwazên Kurdan wekî "kiryarên emperyalîstan" dinirxîne û hişyariya gelê tirk dike.

Navê wî di nava birêvebirên rêxistina veşarî ya artêşa tirk Ergenekonê de derbas dibe û di zîndanê de ye. Perinçek xwedî nêrînên çepnasyonalîst, tirkperest e[çavkanî hewce ye].

Hin pirtûkên Perinçek biguhêre

  • Abdullah Öcalan ile Görüşme (Bi Abdullah Öcalan re hevdîtin)
  • Atatürk’ün Bugünkü Önemi (Girîngiya Atatürk a îro)
  • Bozkurt Efsaneleri ve Gerçek (Efsaneyên Gurên Boz û rastî)
  • Bir Devlet Operasyonu (Operasyonekî dewletê)

Çavkanî biguhêre