Deverûn, nanê tewikî yê rûnkirî, tewtew, eşîrkî, qetmer, qatmer cure nan û kateyek kurdî ye. Gelên cîran jî çêdikin.

Deverûn

Kilor e yan kate ye? biguhêre

Hin kes deverûnê wekî cureyekê kilorê jî didin nasandin. Kilor, xwarinên an nanên ji pelhevîrkê (şikevayê) tên çêkirine. Heger ew şîrîn bin, dikevin kategoriya şîraniyan.

Rast e mirov dikare ji pelhevîrkê jî deverûnê amade bike. Lê pelhevîrka deverûnê divê stûr be. Ji ber ku pelhevîrka wê stûr e, baştir e mirov wê bixe bin kategoriya kateyan. Wekî şîranî jî qetmer heye, bo mînak qetmera Dîlokê.

Deverûnên navdar ên kurdî biguhêre

Berkelî (awayê Gurgum û Meledîyê) biguhêre

  • 1 kevçî rûnê ron
  • 5 stekan (qedeh) ard (arvan)
  • Xwê û av
  • Nîvê pakêtê margarîn (rûnê tîr)
  • 3 kevçî tehîn

Çêkirin biguhêre

Ardê xwe têxin teştekê, xwê bavêjinê. Nava wê wekî hevîrê vebikin, hêdî hêdî bi av û rûnê ron bistrên. Bû hevîrê nermijî, 15-20 deqe rawestînin.

Girikên xwe amade bikin, bi darikê tîrê (darkilorê) wekî pelhevîrkê vebikin, lê divê pelhevîrka wê stûr be.

Tehîn û rûnê helandî di ser wan pelhevîrkan de bidin, wan bikin wekî rûloyê. Rûloyan badin. Hinekê di sarincokê de rawestînin.

Rûloyên xwe bi darkilorê bêî ku pirr tenik bikin, vebikin. Deverûnên xwe li ser sêlê yan di rûnbirêşka teflonî de bipijînin.