Dermanên dijbakterî

Dermanên dijbakterî, yan jî antîbiyotîk, ajaneke ku mezinbûna bakteriyî înhîbe dike an jî bakteriyê dikuje. Ev terîmê han gelek caran wek hevwateyê xwe antîbiyotîk jî tê zanîn. Îro, her wisa bi zêdebûna zanînên derbarê ajanên ku dibin sebeba nexweşiyên negir, antîbiyotîk ji bo nîşandana berfireh ya naverokên dijmîkrobî ku dijkuv û naverokên din jî dihundirîne tê bikaranîn. Dermanên dijbakterî divê ji dezenfektanan cuda bên dîtin ku ji bo tinekirina mîkroorganîzmayan madeyên kêmbijêr in.