Derbeya 28ê sibatê

(Ji Derbeya 28'ê reşemiyê hat beralîkirin)

Derbeya 28ê sibatê, bîrnameya leşkerî ya 1997ê, pêvajoya 28ê sibatê, derbeya postmodern ji pêvajoya ku artêşa Romê (Tirkiye) û hêzên veşarî yên dewletê bi guhertina hikûmetê biencam dane, dewlet ji nû ve û gorî berjewendiyên leşkeran û sazkirine re dibêjin.

Artêşê heya wê demê di derbeyan de dest dida ser dewletê, partî, parlamen digirt, bi xwe dibû hikûmet. Lê di vê derbeyê de leşker, di palnkirina pêvajoyekê de, hêdî hêdî gel ji derbeyê re amade dike, bi memorandûmekê jî digihê armancên xwe, hikûmetê betal mecbûrê îstîfayê dike.

Refah Partisi ya Necmettin Erbakan di hilbijartinên sala 1995ê de wekî partiya yekem tê ser desthilatdariyê. Refah Partisi bi DYPê re koalîsyonê çêdike. Erbakan hinekê zêde guh dide daxwaziyên karsazên Anatoliyayê ku hêdî hêdî ew jî dewlemend bûbûn. Lê ev li dijî siyaseta klasîk a Tirkiyeyê bû. Li Tirkiyeyê sermayeya peravan hebû û ew hevkarê sazûmaniya kemalîst, elîte û serwêrisî (weyasethez, wesayetparêz) bû.

Artêşê biryar da ku pêşî li guhertinan bigire, rê nede sazûmaniya statukoparêz bikeve xetereyê. Ji ber ku Erbakan û partiya xwe xwe wekî îslamîst didan nasandin û bi vê îmajê deng digirtin, artêş jî viya li dijî Erbakan bikartîne. Şerê psîkolojîk destpê dike. Tank derdikevin kolanan, medya û çapemenî dikevin propagandaya reşkirinê.

Fadime Şahin jî di nav de aktorên medyatîk, propagandaya "laîktî ji dest diçe, şerîet tê" tê kirin. Gel li îslamîstan tê sorkirin. Di rastiyê de Erbakan û partiya wê ne şerîetperwer bûn, bi vê îmajê dixwestin werin ser hukim û riya sermayaya Anatoliyayê vekin.

MGK fermanan dide biguhêre

Di 28ê sibatê 1997ê de leşker gava dawî jî davêjin û pêvajoyê bi ser dixin. Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) memorandumekê îlan dike. Bal dikişîne ser prînsîbên Mustafa Kemal Atatürk. Di belavokê de çarçove jî tê kivşekirin. Divê statukoya heyî were parastin, kes ji riya Atatürk dernekeve.

Erbakan di 13ê adarê 1997ê de vê memorandûmê îmze dike, ango dipejirîne. Di 18ê hezîranê de Erbakan ji serokwezôrtiyê îstîfa dike. Hikûmetê Mesut Yılmaz ava dike (30ê hezîranê 1997), wî dikin serokwezîr ku ew ji statukoparêz bû. Yekem derbeya post modern a ku leşkeran bi memorandûman û şerê psîkolojîk pêk anîne wiha bi ser dikeve.

Derbeyên klasîk biguhêre

  • Derbeya leşkerî ya 1960ê
  • Derbeya leşkerî ya 1971ê
  • Derbeya leşkerî ya 1990ê