Deqaq, ûtî, tivaker, kewîker alava kinc, berg pê tê tivakirin, kewîkirin, ûtîkirin, deqaqkirin e. Ji bo deqaqkirina tekstîlê, germî û hilm tê bikaranîn ku di qeqaqên nûjen de herdu fonksiyon jî hene.

Kewîkereka karkera malê kincan dikewîne, ditivîne, ûtî dike, 1908
„Kewîker“ li Cottbus.
Karkereka kewîker, DDR 1951

Deqaq ku binê wê ji metala sorkirî ye, li ser tekstîlan tê gerandin, qumaş tê tivandin, kewandin, ûtîkirin. Deqaqkirin ne tenê ji bo estetîk û dirûvdanê ye, bi vê rêbazê herwiha qurçim û şopên li ser qumaşê jî tên rastkirin. Ango ne tenê ji bo başxuyandina kincan e.

Deqaqên nûhen curbecur in, gelek fonksiyonên wan hene, bi taybetî yên di kargehan de tên bikaranîn.

Dîroka deqaqê biguhêre

Di serdema 15. de derketiye holê. Ji qutiyeke metalî bû, hundirê wê ji koz û pîzota agir dihate dagirtin. Agir metal germ û sor dikir. Li hin deveran jî metaleke panî (pehn) di nava agir de dihate sorkirin û ew li ser qumaşan digerandin.

Piştre yên bi gazê, bi elektrîkê tên bikaranîn jî derketin. Yekemîn deqaqa elektrîkî sala 1880'yê de hatiye bikaranîn.

Çavkanî biguhêre

  • Marianne Strobel: Alte Bügelgeräte, eine Kulturgeschichte des Bügelns. 2., überarbeitete und stark erweiterte Auflage. Strobel, München 1987, ISBN 3-9800848-1-7. (almanî)

Girêdanên derve biguhêre