Darikê tîrê, tîrik, kirdanek darika ku bi wê hevîr tê vekirin e. Pirranî di vekirina pelhevîrkan (şikeva) de kêrbar e.

Dartîrika ji dara narewanê
Darika tîrê ya balorî, ji ferfûriyê
Darkate, yên bi du destan tên girtin jî hene

Cureyên darikê tîrê biguhêre

  • Tîrik, biçûk û zirav e, bo pelhevîrkên biçûk e, bo mînak pelhevîrkên (şikeva) şîraniyan
  • Darkilor, bo vekirina pelhevîrkên kilorê ye. Orteya wê stûr, berî bi seriyan jî zirav e. Helbet bo kiloran ên din jî tên bikaranîn.
  • Darkate, stûr in û destikên wan hene. Ji ber ku kate, ne ji pelhevîrkan (şikeva) lê ji hevîrê ye, vekirina wê jî dijwar e. Darkate dikarin gelek stûr jî bin.
  • Şûpik, dartîrika wekî loxê ye, ango wekî rûloyê

Gotinên pêşiyan li ser darikê tîrê biguhêre

Girêdanên derve biguhêre