Derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î

Derbeya ku di 12ê îlona 1980ê de di Tirkiyê qewimî

Di 12'ê îlona sala 1980'an de Tirkiye bi derbeyeke leşkerî ya di pêşengiya Orgeneral Kenan Evren ve hejiya. Di heman rojê de Parlemen hat girtin, destûra bingehîn ji meriyetê derket û kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin.

Li Tirkiyê Cunta leşkerî hat ser hukum. Ji salên 60î û şun ve, pêşketina di nava tevgera sosyalist û ya karkeran rêveberên Dewleta Tirk xistin nava tengavê. Di encama cûntaya leşkerî de, hovîtiyek mezin çêbû, Nezikî milyonek insan hatin girtin û di işkenceyan de hatin derbas kirin. Ev derbeya leşkerî li gor daxwazên politikaya Amerikayê ya di herêmê de dimeşiya. Kenan Evren û hevalên xwe, li dijî şoreşgerên di zindanan de xwedî kînek ewqas mezin bûn ku, ji bo wan digotin: Ma em wan darda nekin xwedi bikin? Ev Helwest û tevgera rêvebirên dewleta Tirk di heman demê de sedemê rewşa xirab û perişan ya civaka Tirk e.

Bi qasî 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes jî weke kesên xeter hatin qeyitkirin. Ji bo 7 hezar kesan cezayê dardakirinê hat xwestin. 50 kes hatin dardakirin. 14 hezar kes ji welatiyê Tirkiyê hatin derxistin û 30 hezar kes jî derketin derveyî welat û bûn penaber. 856 kes di bin êşkence, şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. 937 film hatin qedexekirin, kilît li deriyên 23 hezar 677 komeleyan xistin û bi qasî 300 roj rojname nehatin weşandin.

Şop û tesîra derbeya 12 Îlonê piştî ewqas salan jî hêna nehatiye jêbirin.

Bi qasî 300 hezar kesên şoreşger, demokrat û welatparên avêtina girtîgehan û bi îlankirina rewşa awarte, Kurdistan û Tirkiye bû girtîgeheke servekirî.

Di vê demê de li Kurdistanê kiryar û pêkanînên pirr dijwar û veşartî hat meşandin.

Zihniyeta qedexeker a 12 Îlonê pirsgirêka Kurd inkar kir, zimanê kurdî qedexe kir û pêvajoya ku bû sedema mirina bi dehan hezaran kesan da destpêkirin.

Ji bo astengkirina azadiya nasname, bawerî û çandan, tedbîrên dijwartir ên ji demên berê hatin wergirtin.

Zirar û karesata herî mezin ya darbeya 12 Îlonê kir bela serê Tirkiyê, destûra bingehîn ya leşkeran bû.

Piştî darbeyê, li gel huquq û kiryarên 12 Îlonê pirr tên rexnekirin jî, hemû hukumetên ku hatin ser desthilatdariyê, destûra bingehîn a leşkeran neguhertin û bi qasî têrê bike ji bo demokratik kirina wê ji dil tevnegeriyane.

Bi vî awayî, destûra bingehîn a qedexeker, hêna jî nehatiye guhertin.

Di vê destûrê de xalên weke, ``welatî ji bo dewletê hene`` hat bicihkirin û mafên takekesî ên mirovan kirin qurbana dewletê.x

Bi vî awayî pêşiya azadiya raman hat girtin û ti qiymeta nêrîna azad nema.

Mafên civakî û sendikayan hatin pûçkirin.

Qirêja reş ya darbeya 12 îlonê ya ku li ser demokrasiya Tirkiyê xist, hêna di roja me de jî nehatiye jêbirin.

Ev roj di dîroka Tirkiyê de wekî rojeke reş ango qirêjek ji bo demokrasiyê hat bin nav kirin û hê jî tê bi nav kirin.

Lê belê vê navkirinê nekarî, darbekar û berpirsyarên 12`ê Îlonê bidarîzîne, ango derxe pêşberî dadgehê û Destura Bingehîn a 12`ê Îlonê biguherîne.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre