Düzce yek ji bajar û parêzgehên Tirkiyê ye. Di sala 1999'î de ji ber erdhejê bi zagoneke bilez kirine parêzgeh. Beriya wê bi bajarê Bolu´yê ve girêdayî bû. Şêniyên Düzceyê pirranî Çerkez û Abxaz in.

Düzce
Düzce li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Düzce
Düzce (Tirkiye)
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Demografî
Gelhe 387.844 (2019)
Erdnîgarî
Rûerd 739,1 km²
Koordînat 41°Bk 31°Rh / 41°Bk 31°Rh / 41; 31
Dem (UTC) UTC+03.00 (UDAZD)
Agahiyên din
Koda postayê 81xxx
Koda telefonê 380
Malper http://duzce.bel.tr

Beriya hatina Tirk - Mongolan navê bajêr Prusias Pros Hypios bûye. Di salên 1321-1323'î de mîrên Osmaniyan bi bazareke berdêlî wê ji Bîzansiyan digirin. Ji ber wê jê re dibêjin Dûzbazar. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê navê wê dikin Düzce.

Heya niha statîstîkên fermî yên Düzceyê nehatine aşkerakirin. Gel aboriya xwe bi çandiniya bindeqê dike.

Gelhenasî biguhêre

Li gorî daneya sala 2019an hêjmara gelhe ya bajarê 387.844 kes e. Di bajarê de hêjmarek girîng gelê Çerkez dijî. Ji ber van yekan hinek caran pirsgirêkên etnîkî xwe dide der. Gelên herêmê ji dûgelê doza perwerde û weşan bi zimanê zikmakî (ango zimanên Qefqasî) dikin.

Erdnîgarî biguhêre

Düzce, yek ji wan bajarên herêma Deryaya Reş e. Rûerda bajarê 739,1 km² ye.

Navçeyên Dûzceyê biguhêre

Navçeyên girêdayî yê bajarê ev in

Çavkanî biguhêre